Diyarname
Bîranînên Osman Sebrî li tirkî hatin wergerandin û wekî pirtûk bi navê “Hatıralarım” ji Weşanên Lîsê derket.
Osman Sebrî yek ji siyasetmedar, helbestvan û rewşenbîrê kurd bû û jiyana wî di nav têkoşînê de derbas bû. Tiştên hatine serê wî, tiştên ew têre derbas bûbû di pirtûka bîranînê de hatibûn berhevkirin. Niha ev bîranîn li tirkî hatin wergerandin. Pirtûka ku ji aliyê Abdullah Koçal ve ji kurdî ji bo tirkî hatiye wergerandin 166 rûpel e.
Osman Sebrî, di sala 1905’an de li gundê bi navê Narînceyê hatiye dinê. Ew lawê serokê êla Mirdêsan e. Ji ber ku di zaroktiya wî de bavê wî miriye, li ber destê apên xwe mezin bûye. Ji ber destekkirina serîhildana Şêx Seîd, apên wî hatine bidarvekirin û ew jî hatiye sirgûnkirin. Ew, di vegera ji sirgûnê de, axayekî ku bêbextî bi wan re kiriye dikuje û derbasî binxetê dibe. Osman Sebrî li wê derê tev li Xoybûnê dibe û di bin banê Xoybûnê de siyasetê dike. Osman Sebrî bi nivîsên xwe yên bi kurdî, di qada çandî û wêjeyî de jî têkoşiyaye. Berhema wî ya bi navê “Hatiralarim” bûyer û kesayetiyên di dema xwe de radixe ber xwendevanan.
Di pirtûka bi navê “Hatiralarim” de, ji Dadgehên Îstîklalê bigire heta bûyera Cemîlê Çeto, Seyîd Riza, Serîhildana Şêx Seîd, Rêxistina Xoybûnê, Serîhildana Agiriyê, Rewşa Cemilpaşayan, Haco Axa, Hecî Bedir beg, behsa gelek bûyer û kesayetiyên girîng kiriye û bi awayekî bêalî şîrove kiriye. Lê hin hevalên wî yên doza welêt ji şîroveyên wî yên di derbarê xwe de tengijîne û beşa vê berhema ku Osman Sebrî rasipartiye wan a behsa sala 1931’ê piştî vê salê dike “winda” kiriye
Hatıralarım / Osman Sebrî / Wergera ji kurdî: Abdullah Koçal / Bîranîn / 166 rûpel


