Diyarname
HRRK'ê (Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê) îsal jî Pêşbaziya Helbesta Kurdî ya Ciwanan da dest pê kirin. Yên bixwazin divê heta 10'ê adara 2024'an berhemên xwe bişînin ber destên amadekaran.
Ev pêşbazî li Rojava li dar dikeve û kesên bixwazin beşdar bibin jî divê li Rojava yan jî li Sûriyeyê bijîn û temenê wan jî di navbera 18-30 de be.
Roja 29'ê avrêla 2024'an ku ev roj roja jidayîkbûna Janê Xelef e wê navên xelatgiran bê eşkere kirin.
Pêşbaziya îsal bi alîkariya Komeleya Janê Xelef a li Îngilistanê li dar dikeve. Berhema yekemîn bi 500, ya duyemîn bi 300 û ya sêyemîn bi 100 dolarê amerîkî dê bê xelatkirin.
Ji bo têkilî:
E-mail: helbestciwan2024@rojava.net
WHATSAPP: +46 70 436 12 05

***
Nûçeyên Eleqedar:
- 'Du şervanên peyv û stranê têne xelatkirin'
- HRRK 'Xelata Afirandinê' dide Heydo û Reş
- HRRK'ê xelat da Deham Evdulfetah û Merwan Berekat
- HRRK'ê xelat da şêwekar Zuhêr Hesîb


