ŞENGAL
Waliyê Mûsilê Ebdûlqadir Dexîl îro serdana Şengalê kir û ji bo çareserkirina pirsgirêkên îdarî îşaret bi pêkanîna Peymana 9’ê Cotmehê/Kewçêrê kir. Hevserokê MXDŞ’ê Nayîf Şemo jî da zanîn wan peyama gelê Şengalê gihandiye walî û got: “Em destwerdanên li ser Şengalê qebûl nakin. Pêwîst e îdareya Şengalê ji xelkê Şengalê be.”
Ebdûlqadir Dexîl ku piştî hilbijartina parêzgehên Iraqê ya di 18’ê Kanûnê/Berfanbarê pêk hatibû, ji aliyê Encûmena Parêzgeha Mûsilê ve wekî Waliyê Mûsilê hatibû hilbijartin, piştî ku duh li Bexdayê sonda xwe ya yasayî xwar û dest bi erka xwe ya fermî kir, piştî vegera ji Bexdayê serdana xwe ya yekem ji bo Şengalê kir.
WALÎ BAL KIŞAND SER PEYMANA 9'Ê KEWÇÊRÊ'
Waliyê Mûsilê Ebdûlqadir Dexîl îro tevî şandeyeke pê re serdana navenda Şengalê kir. Ebdûlqadir Dexîl serdana Firqa 20 a Artêşa Iraqê kir û bi rayedarên leşkerî re hevdîtin kir. Dexil her wiha bi hin kesayet û berpirsên saziyên xizmetgûzariyê yên girêdayî dewleta Iraqê û aliyên civakî û siyasî re kom bû. Di hevdîtinan de rojeva esasî, diyarkirina îdareya nû, vegera gel û ji nûve avakirina binesaziya Şengalê bû.
Li gor nûçeya Rojnewsê, Walî Dexil li vir ji bo çapemenî got, "Ji bo çareserkirina pirsgirêkên îdarî yên Şengalê û avedaniyê pêwîst e Peymana 9’ê Cotmehê were cîbicîkirin.”
Ev peyman di navbera hikumeta Kazimî û PDK'ê de hatibû destnîşankirin.
'BILA ÎDAREYA ŞENGALÊ JI ŞENGALIYAN BE'
Hevserokê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayîf Şemo ku tevlî hevdîtinê bûbû, ji bo ajansê da zanîn ku wan di hevdîtinê de derbarê îdareya nû ya Şengalê de nêrîn û peyamên xelkê Şengalê û Rêveberiya Xweser a Şengalê gîhandiye Waliyê Mûsilê û got: “Me got pêwîst e îdareya Şengalê ji wan kesan pêk bê ku îro li Şengalê dijîn. Her wiha me ragihand ku ji hemû hêz, alî û partiyên Şengalê tifaqekeke hevbeş hatiye avakirin. Me hişyarî da ku bi tu awayî em qebûl nakin bandora Herêma Kurdistanê li ser avakirina îdareya nû ya Şengalê hebe. Lazime ev îdare ji aliyê gel û pêkhateyên Şengalê ve were qebûlkirin.”
PDK DIXWAZE QEYMEQAM JI WAN BE
Şengal wekî îdarî bi ser parêzgeha Mûsilê ve ye. Piştî hilbijartina waliyê Mûsilê û cîgirên wî, niha dor hatiye ku îdareya navçeyên bi ser parêzgehê ve were diyarkirin ku yek ji wan jî îdareya Şengalê ye. Ev demeke dirêj e ku mijara qeymeqamê Şengalê û îdareya Şengalê mijareke girîng a siyasî û civakî ye ku gelê Şengalê ji bo îdareya xwe têkoşîneke mezin dimeşîne. Peymana 9'ê Kewçêrê ku Kazimî û PDK'ê bi hev re îmze kiribû têde tê xwestin ku qeymeqamê Şengalê ji PDK'ê be. Rêveberiya XWeser a Şengalê dijî vê peymanê ye.


