Diyarname
Kolektîfa Sînemaya Mezopotamyayê bernameya xwe ya nîşandayîna fîlman a meha adarê bi fîlmên li ser jinan amade kiriye. Di nav bernameyê de 3 fîlm hene.
Kolektîfa Sînemaya Mezopotamyayê li navenda xwe vê mehê dest bi nîşandayîna fîlman kiribû, niha bernameya meha adarê eşkere kir. Ji ber 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ye vê mehê fîlmên li ser jinan hilbijartine û xistine nava bernameyê. 3 fîlmên li ser jinan di nav bernameyê de hene.
"YIKILACAK DUVARLAR"
Fîlmê yekem belgefîlmekî bi navê "Yikilacak Duvarlar" (Dîwarên dê bêne hilweşandin) e. Belgefîlm ji aliyê Hebûn Polat û Şerif Çiçek ve hatiye kişandin. Belgefîlm li ser siyasetmedar Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanak, Aysel Tugluk û Sibel Yigitalp (li sirgûnê ye) e. Dema ev belgefîlm hat kişandin Yuksekdag, Tugluk û Kişanak girtî bûn; Kişanak û Yuksekdag hê jî girtî ne. Belgefîlmê ku têkoşîna van jinên siyasetmedar dide 2'yê adarê tê nîşandayîn. Amadekarên belgefîlm jî wê di dema nîşandayînê de amade bin û paşê ligel temaşevanan sohbet bikin.
"Where Do We Go Now?"
Fîlmê derhêner Nadire Labaki "Where Do We Go Now?" (Niha ber bi ku ve?) li ser navê Lubnanê ji bo Oscarê hatibû şandin. Fîlm li gundeKî Lubnanê derbas dibe. Fîlm 9'ê adarê derdikeve pêşberî temaşevanan.
“TOZ BEZΔ
"Toz Bezî" fîlmê Ahu Oztur e ku di sala 2015'an de hatiye kişandin. Fîlm çîroka du jinên li Stenbolê dixebitin nîşan dide. Fîlm 23'yê mehê tê nîşandayîn.
Ji bo yên bixwazin:
Navnîşan: Înonu Mah. HArbiye Çayırı Sok. Kismet İş Hani No: 3 Kat 2 Harbiye-Şişli/İstanbul
Tel: 0507 462 6063
**
Nûçeya Eleqedar:
- Bernameya Şanoya Bajêr a Amedê ya adarê diyar bû
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


