Diyarname
Dawiya vê hefteyê li kîjan bajarî çi çalakî hene? Konser, gotûbêj, şano... Va ne hinên me dane hev.
AMED:
- Şano: Li Şanoya Bajêr a Amedê 2'yê mehê lîstina "Hundir an Derve" heye. Lîstik saet 19.30 de tê lîstin.
MÊRDÎN:
- Şano: Li Şaneşîn Performansê 3'ê lîstika "Hundir an derve" ya Şanoya Bajêr a Amedê dest derdikeve ser dikê.
ŞIRNEX:
- Gotûbêj-îmze: Nivîskar Sîdar Jîr vê carê li Cizîrê li Eywana Konferansê ya Tahir Elçî dê li ser pirtûka xwe ya nû "Duşema Rengîn" biaxive. Bernameya ku 3'yê mehê saet 15.00'an de li dar dikeve, moderatoriya wê dê Sason Arjen bike. Piştî bernameyê Jîr dê pirtûkên xwe îmze bike.
- Şano: Lîstika Batman Yenîsahneyê 'Ferso Şerko' 2'yê mehê li Silopî derdikeve ser dikê.
- Şano: Lîstika Yenî Sahneyê "Serbaz" jî 3'yê mehê li Şinrexê derdikeve ser dikê. Sate 19.30.
STENBOL
- NÇM: Navenda Canda Mezopotamyayê di navbera 2-8'ê mehê de çalakiyan li dar dixe. Pêşangeh, Kermes, Workshop, Konser, nîşandayîna fîlman hin çalakiyên di vê çarçoveyê de ne. Ev çalakî ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê tê organîzekirin. NÇM'ê ji bo jinan banga beşdariyê kiriye.
- Fîlm: Li Kolektifa Sînemayê ya Mezopotamyayê belgefîlmê bi navê "Yikilacak Duvarlar" tê nîşandayîn. Fîlm 2'yê mehê Saet 19.00'an de tê nîşandayîn. Piştî fîlm ligel derhêneran sohbek heye.
- Konser: Siya Şevê li The Wall salon performanêsê roja 2'yê mehê derdikeve ser dikê. Konser saet 21.00'a de ye.


