EFRÎN
Li herêma Efrînê wê Yekîtiya Şaredariyên Gel bê avakirin. Bi vê armancê dê konferansek bê lidarxistin û yekîtî bê îlankirin.
Ji bo konferansa ku dê di 15’ê tîrmehê de bê lidarxistin, Komîteya Amadekar a Yekemîn Konferansa Yekîtiya Şaredariyên Gel ên herêma Efrînê hate avakirin. Komîteya amadekar di çarçoveya xebatên xwe de vexwendname belav kir û ji hemû kesên têkildarê xebatên xweza û şaredariyan xwest ku beşdarî konferansê bibin.
Komîteya Amadekar diyar kir ku armanca wan ji avakirina Yekîtiya Şaredariyên Gel ew e ku gel li ser bingeha demokrasiya ekolojîk, bi awayekî xweser kar û barên herêmên xwe bi rê ve bibe.
Konferans roja duşemê 15'ê tîrmehê saet di 10.00'an de wê li hola Navenda Çandê ya Efrînê bê lidarxistin.
ANHA


