KERKÛK
Endamê Encumena Meclisa Kerkûkê Dr. Ehmed Kerkûkî diyar kir ku pêwîst e her 3 pêkhateyên li Kerkûkê di hikumeta xwecihî de cih bigirin û got; “Divê PDK bizane bi kêre li hev dike û di berjewendiya kurdan de be.” Kerkûkî da zanîn ku dagirkirina zeviyên kurdan yê li Kerkûkê jî hîn dewam dike.
Di 18’ê berfanbara 2023’yan de li Iraqê hilbijartinên encumenên parêzgehan çêbû ku yek ji wan parêzgehan jî Kerkük Bû. Heta niha ji bo Kerkûkê waliyekî nehatiye diyarkirin. Bi vê re jî erebên derdorê yên li başûrê Kerkûkê, nahêlin cotyarên kurd zeviyên xwe bidirûn.
Endamê Encûmena Meclisa Kerkûkê Dr. Ehmed Kerkûkî derbarê pirsgirêkên ji bo diyarkirina waliyekî ji bo Kerkûkê, astengiyên ji bo gundên kurdan yên li Kerkûkê tên çêkirin ji bo ajansa Rojnewsê axivî.
'DIVÊ HER 3 PÊKHATE BIKEVIN NAVA HIKUMETÊ'
Dr. Ehmed Kerkûkî destpêkê behsa astengiyên li pêşiya diyarkirina waliyekî ji bo Kerkûkê kir û got; “Pirsgirêk ne r girtine, pirsgirêk ew e ku her 3 pêkhate (Kurd, ereb û tirkmen) dixwazin waliyê Kerkûkê yê wan be, ev jî nabe. Ev pirsgirêk bûye sedem ku walî neyê diyarkirin û me dizanî wê ev pirsgirêk dom bike, ji ber ku tevlîbûna hikumeta xwecihî ya li Kerkûkê, ne wekî cihên din e. Divê her 3 pêkhateyên Kerkûkê tevlî hikumeta xwecihî bibin.”
'DIVÊ BERJEWENDIYA KURDAN BÊ PARASTIN'
Kerkûkî derbarê hewldanên PDK’ê yên ji bo lihevkirinek bi ereb û tirkmenan re jî wisa got; “Eger hewldanek wan hebe jî, ew bixwe dizanin, lê ya girîng divê di berjewendiya xelkê Kerkûkê bi taybet jî kurdan de be. Lê piştî hemû hepveymanên xirab ew bi xwe wê berpirsyar bin. Li vir ya girîng dîtina xalek hevbeş ya di nava kurdan de, bi tabyet jî di navbera YNK û PDK’ê de ye. Divê bizanin bi kêre hevpeymanê çêdikin.”
'LI KERKÛKÊ PROSESA DAGIRKIRINA ZEVIYÊN KURDAN DIDOME'
Derbarê pirsgirêka xelkê gundê Pelekan ku ereb nahêlin zeviyên xwe bidirûn jî got; “Ev pirsgirêkeke û heya niha jî nehatiye çaresrkirin, pêwîst e parlamentoya Iraqê bi biryarekê pirsgirêka gund û hemû zeviyên ku pirsgirêk li ser hene, çareser bike. Di rastiyê de sedema pirsgirêkê piştgirîkirina ereban ya ji aliyê desthilata ku niha li Kerkûkê ye, niha li Kerkûkê proseya dagirkirina zeviyan dewam dike.”
MADEYA 140'Î
Di dewamê de Dr. Ehmed Kerkûkê behsa heman pirsgirêka zeviyên kurdan yên li Kerkûkê kir û got “Me pirsgirêka wan gundan gihand parlamentoya Iraqê, lijneya Ewlekarî û Parastinê serdana gund kir û ji bo çareseriyê jî 6 meh dem da. Niha artêş ji gund vekişiyaye û bi awayekî demkî xelkê gund zeviyên xwe diçînin û dikêlin. Divê ev pirsgirêk bi rêya parlamentoya Iraqê were çareserkirin û divê madeya 140 were bicihanîn.”
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Îdîaya YNK'ê: PDK qet naxwaze kurdekî bibe parêzgerê Kerkûkê
- Gelo dê Kerkûk jî bibe wekî Mûsilê?
- YNK: Fikra parêzgarekî bê alî kevn e û ji bo niha ne guncav e
- Çima tenê waliyên Kerkûk û Diyaleyê nehatine diyarkirin?
- Hevpeymaniya Erebî: Me û PDK'ê li hev kiribû
- Civîna yekem a encumena parêzgeha Kerkûkê hate taloqkirin
- Li Kerkûkê û bajarên din beşdarî çi bû, dê çawa be?
- Hilbijartina li Kerkûkê temam bû
- Li Kerkûk û parêzgehen Iraqê dema propagandaya hilbijartinê dest pê kir
- ‘PDK li pêş hilbijartinên encumenên parêzgehan asteng e’
- Dadgeha Iraqê encumenên parêzgeha Herêma Kurdistanê betal kirin
- Partî û hevpeymanên beşdarî hilbijartina Kerkûkê dibin diyar bûn
- Ji bilî 2'yan hemû partiyên kurdan ên li Kerkûkê civiyan û daxuyanî dan
- Îdîa: YNK daxwaza aramiyê, PDK daxwaza tundîtûjiyê û talankirinê dike
- Eniya Tirkmenan bû yek lê kurd nebûn yek
- Li Kerkûkê kurd bi çend lîsteyan dikevin hilbijartinê?
- Lahûr Şêx Cengî li ser Kerkûk û herêmên bi nakok peyamek belav kir
***
HESABÊN DIYARNAMEYÊ:
PODCAST: podcasters.spotify.com/pod/show/diyarname
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
INSTAGRAM: instagram.com/diyarname1
MAIL: diyarname@diyarname.com


