Cemil Oguz
Documentarist carek din hat. Di 5 rojên belgefîlman de çend belgefîlmên bi kurdî û li ser kurdan jî hene.
Rojên Belgefîlman a Stenbolê Documentarist îsal 17'emîn car di navbera 8-13'ê mehê de li dar dikeve.
Di festîvalê de beşa "3×3" heye ku di vê beşê de derhênerên navbar tîne Stenbolê. Di vê çarçoveyê de îsal derhêner Jean-Gabriel Pêriot, Hubert Sauper û Laila Pakalnina tên Stenbolê. Belgefîlmên wan dê bêne nîşandayîn û her wiha ewê dersen sînemayê jî bidin.
Di Documentaristê de beşên wekî "Johan van der Keuken-II", "Başka Dunya Yok", "Uluslararası Panorama", "Turkiye Panorama", "AnimaDoc" ku bi temamî 70 belgefîlm dê bêne nîşandayîn.
CIHÊN NÎŞANDAYÎNÊ
Îsal li 6 cihan belgefîlm têne nîşandayîn, çalakiyên wekî forum, dersên sînmeayê têne li dar xistin. Navenda Çanda Fransiz, Metrohan, Aynali Geçit, Hope Alkazar, Muzeya Pera û Yapı Kredi Kultur Sanat ku hemû li Beyoglu ne ji bo Documentaristê mazûvanî dikin.
BELGEFÎLMÊN LI SER KURDAN
Di Documentaristê de wekî her sal îsal jî hin belgefîlmên li ser kurdan û yên bi kurdî jî hene. Di beşa Panoramaya Tirkiyeyê de 3 belgefîlmên li ser kurdan hene. Me ew hilbijartin.
- Li Kurdistanê Şev û Mij / Night and Fog in Kurdistan
"Li Kurdistanê Şev û Mij" belgefîlmê Şîlan Saadî ye. Derhêner, çîroka keçên êzîdî ku ji Komkujiya Şengalê bi saxî xilas bûne lê pênc salan di kampan de mane derdixe pêş. Ew çîroka wan a xurt nîşan dide û pêre jî dîroka dewlemend a kurdan nîşan dide. Belgefîlmê bi kurdî 85 deqîqeyî ye.
Roj û cihê nîşandayînê: 9 pûşper, Yekşem, 16.00, Pera Muzesî
- Sinirdakî Yildiz / Stêrka li sînor
Li aliyê Mêrdînê, li ser sînor cihek bi navê "Dirbesiyê" bi encamê polîtîk-leşkerî dibe sedema guherînê. Xala girîng li vê derê sala 1993 ye û li ser pencereyên xaniyan nîşaneya stêrkê heye. Leşker bi sedema sembola siyasî ye bi ser malan de digire û wan jê dike.
Belgefîlmê derhêner Bêrîvan Saruhan bi kurdî ye û 19 deqîqeyî ye.
Roj û cihê nîşandayînê: 12 pûşper, Çarşem, 19.00, Aynali Geçit
- Dargeçit / Kerboran
Belgefîlmê "Dargeçit" (bi kurdiya xwe Kerboran) çîroka di bin çavan de windakirina zarokan nişan dide. Ew zarokên biçûk di sala 1995'an de têne windakirin. Malbatên wan, parêzer û Komeleya Mafên mirovan dikevin dû şopa wan. Encax dikarin di sala 2015'an de dozê vekin, lê piştî gelek danişînan jî kes nayê cezakirin. Belgefîlmê derhêner Berke Baş Çîroka vê têkoşînê tîne ber çavan. Belgefîlmê bi kurdî û tirkî 82 deqîqeyî ye.
Roj û cihê nîşandayînê: 8 pûşper, şemî, 15.00, Pera Muzesi
- Xabûr
Xabûr navê çemê ye ku baskê herî dirêj ê Firatê ye. Belgefîlm berê xwe dide ser lêkolîneke ku li ser newala Çemê Xabûrê tê kirin. Di vê lêkolînê de koleksiyona arkelojî ya ku li Tel Xelefê hatiye dîtin di sala 1930'yî de dibin Berlinê; belgefîlm dikeve dû çîroka vê yekê.
Belgefîlmê derhêner Nafis Fathollahzadeh bi kurdî ye û 30 deqîqeyî ye.
Roj û cihê nîşandayînê: 11 pûşper, sêşem, 17.00, Aynali Geçit
12 pûşper, çarşem, 20.00 Metrohan
- 'Antolojiya (oto)sansurê
Di Documentaristê de belgefîlmekî balkêş heye ku li ser sansur, otosanturê hatiye sazkirin. Belgefîlmê bi navê
"Gorunur Gorunmez: Bir (Oto)sansur Antolojisi" (Veşarî yan jî eşkere: Antolojiya (Oto)sansurek" ji aliyê Firat Yucel, Erhan Ors, Hakan Bozyurt, Can Memiş, Sibil Çekmen, Nadir Sonmez, Serra Akcan û Belit Sag ve hatiye kişandin.
Belgefîlmên hatine kişandin lê temam nebûne, nivîsên li ser dîwarên girtîgehê, nameyên nehatine şanrin, daxwaznameya ku ji bo UNESCO'yê hatiye nivîsîn, wêneyê li pirtûkê çap nekirine… Ev û tiştên wisa mijarên vî belgefîlmî ne. Bi vê yekê sansur an jî otosansura ku eşkere yan jî veşarî tê kirin derdikeve pêşberî temaşevanan.
Roj û cihê nîşandayînê: 13 pûşper, Pêncşem, 17.00, Aynali Geçit
Ji bo agahiyên zêdetir:
documentarist.org

***
HESABÊN DIYARNAMEYÊ:
PODCAST: podcasters.spotify.com/pod/show/diyarname
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
INSTAGRAM: instagram.com/diyarname1
MAIL: diyarname@diyarname.com


