Diyarname
Li Fransayê, Partiya Eniya Neteweyî bi îdîaya ku Madonna di konsera xwe ya li Parîsê de heqaret li rêberê wan kiriye der barê hunermenda navdar Madonna de doz vedike.
Partiya Eniya Neteweyî di daxuyaniya ku weşand de îdîa kir ku di dema konserê, di klîbeke ku nîşan dane de rêberê wan Marine Le Pen bi simbilên Hîtler û li pişta wê jî xaçê Hîtler nîşan dane û bi vî awayî "Heqaret li mafên şexsiyetê" kirine.
Di konserên Madonna yên welatên din de jî digel nerazîbûnên partiya rastgir Madonna heman klîb nîşan daye.
Partiya Eniya Neteweyî ku li Fransayê partiya rastgir a tundirav e, xwedî sedî 17 dengan e.


