Diyarname
Îro dadgehê ceza li rojnamegerên kurd birî, RTUK’ê lîsansa radyoyê betal kir û cezayê pereyan ji ber peyvan “Kurdistan”ê da kanalan. Va ne ji îro çend agahî:
CEZA LI ROJNAMEGERÊN KURD BIRÎN
4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê îro 6 sal û 3 meh cezayê hepsê li rojnamegerên kurd birî. Tenê sê rojnameger hatin beraet kirin. Rojnamegerên kurd Diren Yurtsever, Berivan Altan, Selman Guzelyuz, Hakan Yalçin, Emrullah Acar, Zemo Aggoz, Deniz Nazlim û Oznur Deger hatin cezakirin.
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê li ser vê daxuyaniyeke belav kir û got, “Desthilatdarî dixwaze rojnamegeran bêdeng bike. Emê di her rewşî de rastiyan binivîsin, em bi paş ve gav navêjin.”
LÎSANSA AÇIK RADYOYÊ BETAL KIRIN
Açik Radyo ku radyoyeke muxalif e li ser komkujiya Ermeniyan bername çêkiribû. Li ser vê yekê RTUK (Lijneya Bilind a Radyo Televîzyonê) a Tirkiyeyê bi sedema “Ji ber ku civak ber bi kîn û neyartiyê ve dehf daye” cezayê pereyan li radyoyê biribû û biryara 5 roj rawestandina bernameyê dabû.
Açik Radyoyê cezaya pereyan dabû, lê bername nedabû rawestandin. Îro RTUK’ê lîsansa Açik Radyoyê betal kir.
Endamê RTUK’ê yê li ser navê CHP’ê Îlhan Taşçi dibêje, “Weşanger cezayê xwe yê pereyan daye, gere li gor vê biryar bihata dayîn.” û dijî biryarê derket.
RTUK’ê CEZA LI ‘KURDISTAN’Ê BIRÎ
Hicran Cengiz di malpera Komeleya Xebatên Hiqûq û Çapemeniyê (MLSA) bi berfirehî nivîsî: “RTUK’ê ji destpêka sala 2023’yan ve heta îro ji ber peyva “Kurdistan” û “Pirsgirêka Kurd” 908 hezar û 252 TL cezayê pereyan li kanalên televîzyonan biriye.
Ji van mesela li ÎLKE TV ji ber peyva “Kurdistan” 85 hezar û 738 TL cezayê pereyan a îdarî heye. Dîsa kanalên lê ceza birîne de Halk TV jî heye.


