Diyarname
Li Sûra Amedê bi çekan êrîşê du cafeyên kurdan kirin ku yek jê ê jina Tahir Elçî Turkan Elçî bû.
Li Taxa Camî Kemîr a Sûrê hin kes an kesan bi bombeyên bi deng û bi çekan êrîşê du cafeyên bi navê Karga û Hewş kirin. Di êrîşê de tiştek bi kesî nebû.
Ji cafeyan Karga Kafe ê Turkan Elçî, jina Tahir Elçi yê hatî kuştin bû.
Hat gotin ku berê kafe hatine tehdîdkirin.
Berî kurtedemek êrîşê Starbucks û Burger King jî hatibû kirin, êrîşkar heman êrîşkar in an na hê nayê zanîn.
Foto: MA


