Diyarname
Şaredariya DEM Partî ya Qereqoçanê, bi navê xwe yê din Dep'ê, Festîvala Xweza û Çandê li dar dixe. 1'emîn festîvala wan îsal di navbera 10 û 11'ê gelawêjê de du rojan li dar dikeve.
Festîval li ser mijara "Têkiliya li ser bingeha rast a bi xwezayê re mîsogeriya çandê û destpêka her tiştê nû ye" li dar dikeve. Calakiyên festîvalê wê Millet Mahçesî û panelên wê jî wê li Salona Konferansê ya Şaredariya Dep'ê li dar bikevin.
Va ye bername:
10'ê Gelawêj:
- Gerok Ma, Atolyeya Zarokan (Saet 10.00 -12.00)
- Dîwana Dengbêjan (Saet 12.00-13.00)
- Panela "Jîneolojî", moderador Sarya Ozgur. Axifger Mebûsa DEM Partî Sumeyye Boz, edîtora Kovara Jin Rojda Yildiz (cih: Salona Konferansê ya Şaredariyê, Saet 13.00-15.00). Piştî panelê jinên Kayyderê dê stranan pêşkêş bikin.
- Bi beşdariya Hevşaredarên Depê Cafer Ugur û Songul Duzgun, Hevserokê DBP'ê Keskin Bayindir, konser û axaftin (Saet 19.00). Di konserê de dengbêj wê hebin. Ligel wan Şevin, Zarokên Kayy-Derê, Erbane (Sîdeng), Babetna û Mîkaîl Aslan wê derkevin ser dikê.
11'ê Gelawêjê:
- Danasîna kincên gelêrî (Saet 10.00 -13.00)
- Panela "Komkujiya Çandî", moderator Muaz Dogan. Axifger Ozcan Ateş, Zeynel Kete (cih, Salona Konferansê ya Şaredariyê, Saet 13.00-15-00). Piştî panelê zarokên Kayyderê dê stranan pêşkêş bikin.
- Konser: Koma Hevra, Baran Bozyel, Jinên Kayy-Derê, Sîpan Xelat (Saet 19.00)


