Diyarname
Teknîk dîrektorê alman Jurgen Klopp wê wekî dîrektorê fûtbolê yê global ê Red Bullê kar bike. Peywira wî, roja yekê sela nû dest pê dike.
Li ser vê yekê Red Bullê daxuyanî belav kir. Li gor daxuyaniyê Kloop dê şêwirmendiyê li ser felsefeya lîstikê, stratejiya veguhestinê û pêşvebirina rêveberiya sporê û antrenoriyê ji bo tîmên ku Red Bull xwediyê wan e bike. Red Bull li qada fûtbolê xwedî tîmên wekî RB Leipzig (Almanya), Red Bull Salzburg (Avusturya), New York Red Bulls (DYA) û Red Bull Bragantino (Brazîl) ye.
Kloppê ku heta îsal tîma îngiliz Liverpool bi rê ve dibir, li ser meseleyê gotiye: "Piştî nêzî 25 salên karê li kêleka sehayê, cihgirtina di nav projeyeke wisa de kêfa min anî. Dibe ku peywira min guherîbe, lê evîna min a ji bo futbolê û yên ku futbol anîne heta vir hê jî wekî xwe ye. Ez dixwazim jîrekiyên nava futbolê pêş bixim û piştgirî bidin vê yekê."
Jurgen Kloppî di navbera salên 1989-2001'ê de li Mainz 05'ê wekî lîstikvan kar kir. Piştî dest ji lîstikvanî berda heman salê li Mainz 05'ê bû teknîk dîrektor heta 2008'an. Wê salê derbasî Borussia Dortmundê bû û li wir xwe nîşan da. Wî Dortmund kir şampiyon, bi vê ji bo Premier Lîgê rê li ber vebû. Di sala 1015'an de çû Liverpoolê.
Teknîk Dîrektor Klopp di navbera salên 2015-2024'an de li Liverpoolê li ser kar bû; li vê derê wî kupa girtin û ket nava dîroka Liverqoolê. Kloppî piştî 30 salan Liverpool kir şampiyon (2019-2020). Li aliyê din wî du caran Kûpaya îngilistanê girt. Di heman demê de di Lîga Şampiyonan a UEFA'yê de jî tîmê xwe kir şampiyon (2017-18).


