Diyarname
Belgeya ku têde îdama Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan hatiye îmzekirin kurtedemek berê di mezatê de hatibû firotin. Mehmet Ozgur Boza ku ev belge kirîbû gotibû "Çawa bigihîje ber destê min ezê biqetînim û biavêjim." Piştî vê yekê di qada civakî de nîqaş derketibû. Niha ew belge diyarî Muzeya Girtîgeha Ûlûcanlar hat kirin.
Bozanlar di mezatê de belge bi 47 hezar û 500 TL'yî kirîbû. Girtîgeha Ûlûcanlar li nav sînorên Altindaga Enqereyê ye. Şaredarê Altindagê Veysel Tiryakî got ku ji bo belge diyarî muzeyê bike wan têkilî daniye û ewê belgeyê di destê xwe de diyarî muzeyê bike. Tiryakî sipasiya Boza kiriye û gotiye ku ewê di nav camekanê de belgeyê pêşkêş bikin.


