logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  2. Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye
  3. Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Merivê alim gerek ne hêrsok be

Do êvarî min li hevpeyvîna Dr. A. Încekan a bi Muchît Bîlîcî xoce ra temaşe kir. Sohbet li ser xwendinê û feydeyên xwend

  • Dîrok: 03/05/2020
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Zinarê Xamo*

Do êvarî min li hevpeyvîna Dr. A. Încekan a bi Muchît Bîlîcî xoce ra temaşe kir. Sohbet li ser xwendinê û feydeyên xwendinê bû. 

Di dawiya programê da Dr. A Încekan, pirseke Ferzan Şêr şandibû jê kir. Got Ferzan Şêr dibêje li gorî têgeha xoce ya ”hemaliyê”, gelo nivîsîna bi tirkî, roman, twîtt, gotar, çîrokên kurd bi tirkî dinivîsin ew jî hemalîya ji tirkan ra ye?

Mucahît Bîlîcî xoce bi vê pirsa Ferzan Şêr pir hêrs bû û bersîveke qet min jê nedipa, qet jê hêvî nedikir da, got:

"Viya zahîren wek fikrekî neteweperwer xuya dike, lê tiştekî bêedeb e…”

Bi baweriya min di vê pirsê da tu bêhurmetî û "bêedebî” tune ye û pirseke pir di cî de ye. 

Hinek kurd ji mecbûrî, hinek ji nezanî, hinek bi dil, lê bi hezaran kurd di gelek waran da bi tikî dinivîsin. 

Bi tirkî distirên, bi tirkî fîlman çêl diikin. 

Em bixwazin, nexwazin ev karên kurd bi tirkî dikin, hemû xizmeta ji ziman û edebiyata tirkî re ye. 

Ferzan Şêr jî xwest fikrê wî yê li ser vê mijarê bizanibe. Çimkî li ser vê gelşê kitêbeke wî ya bi navê "Kurdê hemal, Îslama Tirk û Mesela Kurd”** heye. 

Ji bo wê jî gelek kes pirsên bi vî rengî jê dikin. Ya din ew sosyolog e, merivekî civaknas e, helbet xelkê pirsên wiha jê bikin û dibê ew jî bersîvê bê qahr bide.

Yekî wekî wî, ji bo ku li ser vê mijarê kitêbek nivîsîye gerek kanibe fikrê xwe yê di vî warî de bibêje. 

Lê wî ji dêlî ku fikrê xwe bibêje, hêrs bû û heqaret li xwediyê pirsê û her kesê pirseke wiha dikin kir.

Ev, ne şêleke medenî û ya kesê alim e. 

Ya rast, hêrsbûn û bersîva wî ya bi wî rengî ez matmayî hîştim. Min bersîveke wer ji wî nedipa. 

Diyar e Mucahît Bîlîcî xoce yekî bînteng e, tehamula wî ji rexneyan ra tune ye. Lema jî zû ture dibe û gotinên meriv jê napê dide rûyê hevalê xwe. Ev qerekterekî merivên rojhialtî ye, bê tolerans e.

Moderator jî teslîm bû û êrîşa wî mohr kir. Ew jî ne xweş û ne rast bû. Kanîbû mesele îzah bikira, lê belovacî wê kir. Xwezî Dr. A. Încekan ew gotina wî  tesdîq nekira.

Mucahît Bilîcî xoce di programê da nasyonalîzma kurdî û tirkî jî wekî hev xerab dît, got ew "ne merivekî neteweperwer e” û daxwaza kurdan a nivîsîna bi kurdî, ya jî hişkiya kurdan ya di vî warî da jî wekî "hovîtiyeke neteweperweriyê" bi nav kir. 

Helbet ev jî ne rast e. 

Nasyonalîzma kurdî ne wekî ya tirkî ye, nasyonalîzma miletekî bindest e û doza wekheviyê û azadiya xwe dike, kesî înkar nake, naxwaze kesî bindest bihêle.

Em zanin Mucahît Bîlîcî yekî heyranê Ehmedê Xanî ye. Û Ehmedê Xanî jî wekî bavê nasyonalîzma kurdî tê qebûlkirin. Ehmedê Xanî, yekî hewqasî nasyonalîst bûye di şiîreke xwe da gotiye:

"Ger dê hebûya me îttîfaqek

Vêkra bikira me înqiyadek

Rom û Ereb û Ecem temamî

Hem'yan ji me re dikir xulamî

Tekmîl-i dikir me dîn û dewlet

Tehsîl-i dikir me ilm û hîkmet…”

Mucîhat Bîlîcî xoce hem ji xwediyê van gotinên jor pir hez dike, bi hurmeteke mezin pesnê xwediyê van rêzan dide û hem jî nasyonalîzmê xerab dibîne. 

Yê nasyonalîzma kurdî xerab "hov” bibîne, gerek ji Ehmedê jî Xanî hez neke, pesnê wî û şiîrên wî nede.

Lê wekî min li jor jî got, dibê meriv meslê mezin neke, însan carnan bêhemîdî xwe şaşiyê dike. Kesê bêkêmasî tune ye. Zana û alimê herî mezin jî carnan kane çewtiyê bike, gotineke şaş ji devê wî, wê derkeve.

Mucahît Bilîcî xoce mervekî baş e, hêja ye, bi gotineke ne di cî da dinya xerab nabe, dibê meriv camêr nexe binê erdê, afaroz neke.

*Ji bloga wî Hindik-Rindik hatiye girtin

**Pirtûk bi tirkî ye, navê wê: "Kurt Hamal, Turk İslamı ve Kurt Sorunu" (Ji Weşanên Avesta)


Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

MU'yê Kûpaya UEFA'yê jî bir mala xwe!

ad

Azadiya di nav dîwaran de

ad

Li 9 bajarên kurdan berendamên DEM Partî diyar bûn

ad

Festîvala Batman-Heskîfê li dar dikeve

ad

Derhêner Reis Çelik: Ziman, ol, nijadê penaberiyê nîn e

ad

Kurtanê wendayî û lêgerîna Şêx Narûz

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026
news

Dilop li ser 'Ji Rojava heta 'Pêvajo'yê Çepgir çi dibêjin?' sekiniye

  • 21 04 2026
news

Mem Araratî li hemberî neheqiyê serî hilda 

  • 21 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname