logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’
  2. Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve
  3. Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike
  4. ‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve
  5. Li ser kurdî ji 5 wezaretên Tirkiyeyê pirs hatin kirin
news-details

Maçîkirina lêvan ji ku derket?

  • Dîrok: 25/10/2024
  • Beş: Serbest

___Dilyar Amûdî___

Stranên kurdî her behsa remûsanê dikin û hindiktir be jî behsa lêvan jî dikin.  
Niha gava min ev lêkolîn dît, min ji xwe pirsî, gelo mebest di wan stranan de "French kiss" e yan na?? 
Nizanim wisa mejiyê min sekinî û nayê bîra min bê di stranên me yên gelêrî de wisa qala wê hûrgiliyê bûye yan na.  
Gelo kurdan berê maçî lêvan dikir? 7 mîlyon sal bere kurdan çawa maçî dikir?
Nizamim lê di vê lêkolînê de dibêjin ku zanistvanan koka ramûsan an maçîkirinê derxistiye.  Dîroka maçîkirinê birine 7 mîlyon sal bere.
Li gorî wê, heger hûn bizanin bê ka maçîkirin ji ku hatiye ew ê mûyên laşê we rabin, berî ku hûn maçî kesekî/ê bikin hûn ê hezar carî bifikirin.  
Profesor Adriano Lameira, dibêje maçîkirin bi eslê xwe vedigere mîlyonan salan bo dema bav û kalên me yên bi pirç. 
MAÇÎKIRIN VEGUHERÎ WATEYA SEKSÎ
Li gorî angaşta wî, derxistina lêvan bi pêş ve û mijandina bi lêvan teknîkeke gelekî jîrane bû ji bo ku spî û "qijnik"an ji nav pirça hev derxin. Yanî pêşî tenê ji bo paqijiyê bû û paşê veguhezî wateyeke seksî. Lê gelek teoriyên din jî hene.
Hinek dibêjin ku maçîkirin amûreke xurtkirina pergala bergiriyê ye gava ku em bakteriyê bi xwe didin hev, û hinek dibêjin awayekî danûstendina civakî wekî “bêhnkirin"ê ye. 
Yanî ev hîpoteza bi navê "maça dawî ya paqijkerî" pêşniyar dike ku maçîkirin bixwe ji adeta hevpaqijkirinê hatiye. Wekî çawa niha heywan dikin muhtemelen gava hev dialêsin. Lê wisa nefikirin ku ev paqijkirin ku ji lêvan pêk dihat. Na, wan bav û kalan laş giştik maç dikir û axir diçûn lêv û devan.  Bi demê re pirça me kêm bû lê çêja lêvan ma û dev jê bernede. 
7 MÎLYON SAL E EM HEV DIMIJIN, MAÇÎ DIKIN
Lameira wisa dibêje ku ev meseleya mijandina pirçê berî 7 mîlyon salan dest pê kiriye. Anku ev 7 mîlyon sal in em hev dialêsin, dimijin û maçî dikin. Lê te dît, em kurd hez dikin ji welatê xwe re bibêjin Mezopotamya tevî ku Kurdistana me ji Mezopotamyayê mezintir e û Mezopotamya jî ji Kurdistana me. Lê wisa xuya ye ku kevintirîn delîl an berjeng li ser maçîkirinê li Mezopotamyayê hatiye dîtin. Nabêjin li ku derê wê ye. Hin tekst hatine dîtin ku vedigerin 2 hezar û 500 salî berî niha. 
Prof. Lameira dibêje çi macên ser dêman bin, çi maçên dînî yên li ser destan, giştik di bingeha xwe de ji paqijkirinê tên. Lê çawa maçîkirin bû xwediyê wateyeke seksî hîn jî spekûlatîv e. Tiştê din ê ku pêwîst e bê ravekirin ka çima maçîkirin û seks bi hev ve hatine girêdan.  
LÊV GULYAZÊN YARÊ
Erê min bersiva vê pirsê neda, "gelo ka berê maçî lêvên hev dikir an na?" Lê mirov dikare li stran û helbestan binêre ka me çawa li maçîkirinê dinêrî.
Bi kurtasî maçên ji lêvan xweş in, nexasim ew lêv gulyazên yareke ciwan bin.


***

Nivîsên Dilyar Amûdî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Tirkî dikare bi kurdî loma ‘em ders dixebitin’
- Kurd, korona û makarna, ligel pivazan
- Putin gotiye ez ê mala bavê Tirkiyê bişewitînim!

Parve Bike

Youtube Me

4 FERHENGÎ: 2 zazakî, 2 kurmancî

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 12 05 2026

Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’

news
  • 09 05 2026

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news
  • 08 05 2026

'Ferhenga Derûnnasiyê' a kî ye, kî diziye, Avesta wê çi bike?

news
  • 08 05 2026

Bersiva Tometbariya (Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê)

news
  • 05 05 2026

‘Li Hewşa Bêriyan’ evîn

news
  • 04 05 2026

Berhema nû ya Banksy dixwaze çi bêje?

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
Ev jî hene
ad

Hirvatan nehişt Brezîlyayî bireqisin

ad

Bersiva pirsekê: Tenêtiya helbestî

ad

Mizgînî ji bo kurdan: Li Marsê av heye...

ad

Li Kobanî pîşesazê ku çanda kevnar diparêze

ad

Prof. Naci Gorur: Erdhej li Stenbolê wê bandorê li 2,5 mîlyon kesî bike

ad

Piştî şer yekem hejmara Playboy derket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’

  • 12 05 2026
news

Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve

  • 13 05 2026
news

Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike

  • 13 05 2026
news

‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve

  • 13 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname