Diyarname
Stefan Zweig di sala 1881'ê de li Viyanayê hatiye dinê, di sala 1942'yan Rio de Janeiroyê de miriye. Di vê serdemê de wî gelek roman, lîstik û pirtûkên biyografiyê nivîsandine û pirtûkên wî ketine nava klasîkên dinyayê. Yek ji wan jî "Sirra Bi Kul" e. Niha ev pirtûk bi kurdî derket.
Romana "Sirra Bi Kul" ji aliyê Abdullah Încekan ve hatiye wergerandin û ji Weşanên Nûbiharê derketiye.
Stefan Zewig di sala 1913'yan de ev roman nivîsandiye. Heta niha ji bo gelek zimanên dinyayê hatiye wergerandin. Her ku li Tirkiyeyê ye, ji aliyê gelek weşanxaneyan ve ji bo tirkî hatiye amadekirin û çapkirin. Niha êdî bi kurdî ye jî.
Roman dide dû serboriya dê û zarokekî. Dayik dixwaze macerayan bijî. Kurê wê dixwaze were hezkirin. Hezkirin û macera dibin fetl û ger. Lê li cihê ku dayik û kurik lê ne, baronek nêçîrvanên jinan jî li wê derê ye. Ev baronê ku dixwaze ji bo demeke bikeve dû nêçîra jinan, wê rastî her du karakterên jor qalkirî bê.
Di bin sernavên wekî 'Partner', 'Hevaltiya bi lez', 'Sê alî', 'Hicûm', 'Fîl', 'Danberheva gotinan', ' Sirra bi kul', 'Hişbûn', 'Derewçîn', 'Şopên di ronahiya hîvê de', 'Bahoz', 'Îdraka pêşîn', 'Reştariya girêk' û 'Xewna dawî' de çîrok û serpêhatiyên romanê hatine honandin.
Zweig di vê romana efsûnî de valahî, qelsî û kêmasiyên jiyana mirovan bi çavekî psîkolojîk vedibêje. Psîkolojî û çîrok bi pênûsa Zweig tê honandin û jê nimûneyeke edebî ya cîhanê derdikeve holê.
Wergêr Încekan ji bo wergerê dibêje, "Her metin bi awayekî hatiye hûnandin, paşxaneya wê ya dîrokî-edebî heye; pişta xwe dide mantalîteyekê. Ev aliyê wergerê ji her tiştî zehmetir e. Pirs ev e: Ezê çawa rihê metnê, mantalîteya nivîskar di kurmancî de ava bikim-hem ji wan re sadiq bim, hem jî ji tevna zimanê kurdî re?" û van lê zêde dike, "Mîna her nivîskarî Stefan Zweig jî xwediyê van taybetiyan e, yên min behskirî. Rihê wî nazenîn e. Wekî psîkologekî li heyatê dinihêre. Lema jî zimanekî wî yê taybet heye. Îcar înşakirina vî zimanî bi serê xwe zehmetiyeke mezin e li kêleka avakirina şewê, startaks û hwd."
- Sirra Bi Kul / Stefan Zweig / Werger Abdullan Încekan / Nûbihar / Roman / 2024 / 79 rûpel
***



