Diyarname
Li Amedê Çarşiya Şewitî ku li ser Balikçilarê ye gelek navdar û ji bo gelek klaman jî bûye mijar. Niha ji bo nûkirina çarşiyê Şaredariya Bajarê Mezin ketiye nav tevgerê. Şaredar Baydemîr ji bo nûkirina çarşiyê ji esnafan hevkarî xwest.
Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr digel Seroka BDP'aAmedê Zubeyde Zumrut, Şaredarê Sûrê Abdullah Demirbaş, Serokê BDP'a Sûrê Adnan Akgun, Şêwirmendê serokê Têkiliyên bi Gel re ê Bajarê Mezin Eşref Guler çû serdana esnafên li Sûrîçiyê.
Baydemîr li ser Kolaan Gazî guh da esnafên wir, li cem sindoqa boyaxan rûnişt û pêlavên hemwelatiyek boyax kir. Baydemir ji bo vê boyaxkirinê ji hemwelatî 10 TL girt, hemwelatî reaksiyona "çiqas boyaxek buha çêbû" nîşan da, Baydemîr jî got: "Lê serok ev boyax kiriye" û ew 10 Tl da xwediyê boyaxçî.
Baydemîr li ber Ulucamî bi extiyaran re sohbet kir, ji bo wan got: "Hûn çinarên me yên mezin in. Her pêdiviya me bi şîret û diayên we heye". Şaredar Baydemîr û heyeta pêre paşê derbasî Çarşiya Şewitî bû.
Çarşiya Şewitî ku heta niha ji bo gelek klaman bûye mijar di sala 2013'yan de dê dest bi restorekirina wê bê kirin. Baydemîr li vir bi esnafan re sohbet kir, ji bo wan qala meseleya restorekirinê kir û ji wan alîkarî û hevkarî xwest.
Osman Baydemîr ku nêzî du saetan li wan deran ma, gel eleqeyeke mezin nîşanî wî da.

Gel eleqeyeke mezin nîşanî Baydemîr da.
Wekî boyaxçiyê dehan salan pêlav boyax kir.
Esnafek flamayek li ser "Amed Welatê Min e, DIYARBAKIR, Cihê bav û kalê me ye" nivîsî bû diyarî Baydemîr kir.


