Diyrname
Rojên Wêjeya Berawirdî ya Amedê ku bi pêşengiya Wêjegeh Amed û Weşanên Lîs li dar dikeve, îsal wê 5’emîn car li pêşberî wêjehezan be. Bernameya îsal di navbera 15-24’ê vê mehê li Amedê li cihên cur bi cur li dar dikeve.
Mijara bingehîn a Rojên Wêjeya Berawirdî ya îsal “Bajarê Guherî, Wêjeya Veguherî" ye û ji bo zarokan-mezinan gelek bernameyên li ser wêjeyê hatine amadekirin.
ABDULLA PEŞÊW MÊVANÊ RÛMETÊ YE
Îsal helbestvanê navdar Abdulla Peşêw mêvanê rûmetê yê bernameyê ye. Peşêw ku xebatên xwe yên li ser wêjeyê di destpêkê de li Hewlêr, Moskow, Trablûs û pişt re dîsa li Moskowayê berdewam kiriye, di sala 1995'an de berê xwe daye Fînlandiyayê û ji wê rojê pê ve, xebatên xwe li wir didomîne. Peşêw mêvanê rûmetê ye û li ser wî û helbesta wî jî dê bername hebe.
LI SER ‘BAJAR’
Li ser benameyê amadekaran wisa gotiye, “Gelo bajar, wekî cihê zimanên curbicur lê kom dibin, jiyaneke pirzimanî çi qasî dijîn? Hişê civakî û siyasî yê bajêrekî çawa diguhere an tê guhertin? Hilweşîn, xirabûn, rev, ji nû ve avabûn, guhertin û berxwedan di huner û siyasetê de tê beramberî çi? Di bernameyê de, ji Amedê nêzîkayî li ezmûna Bajêr tê kirin û di ser wê azmûnê re li gelek bajarên cîhanê tê gerîn. Ma dîroka şer û mêtingeriya paytextan dikare bi edebiyat û hunerê îqame bibe? Bajarê ku tenê bi nêrîneke tevahiya wê nayê dîtin. Di paceyan de, li şaneşînan, li ser peyarêyan, li ser sifreyan û sûran çi vedibêje? Bajar wekî cihê bîrê, bajar wekî cihê kolonyal, bajar wekî cihê kolke, bajar wekî cihê şînê bajar wekî cihê xeyalê, bajar wekî cihê girtîgehê, bajar wekî cihê ji zaroktîyê dûrketinê, bajarê “ewên din”. Gelo bajarên me ji mêvantîya tiştên wiha cihêreng re çi qasî derîyê xwe vedike?”
BERNAMEYA DESTPÊKÊ
Roja 15'ê mehê saet 18.30 de li ÇandAmedê wê merasima destpêkirina bernameyê li dar bikeve. Di vê merasimê de Malmîsanij wê axaftina destpêkê bike. Di heman demê de Hevserokê Komeleya Wêjekarên Kurd Rêdûr Dîjle, ji Komeleya Nivîskarên Kurd a Duhokê Nimetullah Nihêlî jî biaxivin û dûre dê gelek helbestvanên bajêr bi helbestên xwe li çalakiyê bin.
Hema rojan rojê saet di navbera 15.00-17.00'an de "Kargeha Dramayê ya Masîreşê Biçûk" bi hevkariya Weşanên Morî li Mordem Sanatê li dar dikeve. Heta 24'ê mehê bernameyên bi cur cur li dar dikevin.
MIJARÊN BERNAMEYÊ
Li ser zimanên bajêr, koç û koçberî, guherîna bajêr, mekan, sifre û bîranînên bajêr, helbesta kurdî, bajar û temsîla edaletê, mîmarî û pencereyên bajêr, zindanên bajêr, bi vî awayî gelek mijar di nav bernameyê de hene û şarezayên van meseleyan dê li ser biaxivin.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


