Diyarname
Belê ji bo Fotoyê Rojê em vî fotoyî hildibijêrin. Pêşî çi ji bo?
Heyeta DEM Partî ya ku çûbû Îmralî Sirri Sureyya Onder û Pervein Buldan ligel Ahmet Turk îro li Meclisa Tirkiyeyê çû serdana Serokê Giştî MHP'ê Devlet Bahçeli.
Bahçeli li ber derî ew pêşwazî kirin û vexwendin hundir. Piştî hevdîtina 40 deqe dom kir daxuyanî nehat dayîn lê hat gotin ku hefteya pêşiya me ligel AKP, CHP û partiyên din ên li Meclisê jî hevdîtinan çêbikin.
Piştî hevdîtinê heyetê li ber derî ev foto da çapemeniyê. Ji vî fotoyî dê çi derê, wê bi kêrî kurdan were yan na, çi axivîne kes nizane lê encam çi dibe bila bibe ev fotoyê rojê ye.


