BBC*
Çîroka rojê, çîroka snowboardbaz Alex Pullinî û hevsera wî Ellidy Pullin e. Alex Pullin yê ku wekî Chumpy tê nasîn, sala 2020'an di qezayekê de miriye. Berî mirina Chumpy, wî û jina xwe Ellidy bo demekê hewl dida ku bibin xwedî zarok, lê nedibû. Lê ev mirina bêwext jî nebû asteng li pêşberî wan ku zaroka xwe bînin dinyayê.
Pêşkêşvana BBCyê gava bi Ellidyê gava behsa çîrokê kiriye, ev gotin bi kar anîne, "Îro çîroka dayikatiyê ye bê çawa mirin û jiyan di seyrtirîn mercan de li hev diherbilin (di nava hev re derbas dibin)".
Piştî mirina Chumpy, hevaleke Ellidyê operasyona bidestxistina sperman piştî mirinê pêşniyar kiriye.
PÊVOJO: PIŞTÎ MIRINÊ BI 36 SAETAN
Ev operasyon, operasyoneke ku gelek nîqaş li ser çêdibin lê Ellidyê jî demildest, pêşniyar anî cî. Prosedûra wê jî wisa ye ku divê piştî mirinê di nava 36 seetan de sperm ji laşê kesê mirî bên wergirtin.
Chumpy her wiha bi riman masîgirî dikir. Di 8'ê tîrmeha 2020'an de, Chumpy çûye masiyan bigire û wê rojê zêde nefesa xwe di bin avê de girtiye û li wir miriye
Ellidyê, bi BBCyê re li ser çîroka xwe û wê rojê axiviye û behs kiriye bê çawa ev biryar daye.
Ellidyê, gotiye ku hevaleke wê ji birayê wê re gotiye ku bila jê re behsa operasyonê bikin, ji ber ev operasyon divê di demeke lezgîn de çêbibe.
Birayê wê jî jê re gotiye û wê jî demildest qebûl kiriye û dest bi prosedûran kiriye.
BIJÎŞKÎ SPERMÊN SAX JÊ GIRTIN
Di kêlîka dawî de, bijîşkî karî ku spermên sax ji Chumpy wergire. Ew sperm di qeşagehê de hatine parastin. Piştî çend mehan Ellidyê biryar daye ku zarokekê ji spermên Chumpy bîne dinyayê. Malbata Chumpy jî qebûl kiriye, bi ser de wan jî xwestiye.
Zaroka wan piştî 15 mehan, zaroka Chumpy û Ellidyê hatiye dinyayê.
*Ji BBC wergerandin û amadekirin Dilyar Amûdî


