___Zekî Ozmen___
Fîlmê Soleen Yusef (Solîn Yûsûf) ê nû “Sieger sein” di Netflixê de ye. Fîlm çîroka Mona ya 11 salî vedibêje ku bi malbata xwe re ji ber şer ji Rojava reviyaye û hatiye Berlîna Almanyayê.
Mona li dibistanê ji ber nezanîna zimên bi zehmetiyan re rû bi rû dibe. Her wiha bêrîkirina wê ya meta wê ya ku şervana YPJ’ê ye jî destpêkê dibe sedem ku ji welatê xwe yê nû Almanyayê sar bimîne. Ew piştre bi piştgiriya mamosteyê xwe tevlî tîma keçan a futbolê ya dibistanê dibe û entegrasyona wê ya di nava şagirtên din de destpêkê dike.
Xaleke din a balkêş a fîlm sembolek e; Dayika Mona bi hemû formên tîma keça xwe ve parçeyên destmalên şervanên kurd didirû û bi vî awayî rengekî guhertî dikeve formayên di dema lîstika futbolê ya keçikan de.
Yûsûf, par "Sieger sein" kişandibû û fîlm li Festîvala Fîlman a Berlînê "Berlinale"yê jî hatibû nîşandayîn. Fîlmê ku li Almanyayê "Xelata Fîlmê Zarokan ê Herî Serketî" girtibû, niha jî di Netflixê de tê nîşandayîn.
Derhêner Soleen Yusef di sala 1987'an de li Duhokê hatiye dinê. Wê berî niha jî îmze avêtibû bin rêzefîlma Netflixê “Skylines”, rêzefîlmê “Sam” a Disney+ û gelek fîlmên sînemayî û dokumenterên televîzyonî. Ew niha jî bi fîlmê sînemayî “Herkunft” ve mijûl e ku tê pêşbînîkirin sala 2026'an bikeve vîzyonê.

Dileyla Agirman di rola Mona de dilîze.

Derhêner Solîn Yûsûf ku ji Duhokê ye, heta niha gelek fîlmên metrajdirêj, rêzefîlm û belgefîlm kişandine.


