Diyarname
Bi navê “Geryanên Berêvarkî li Kolanên Amedê” pirtûkeke nû ya çîrokan derket. Pirtûka ku Îmad Bernas nivîsandiye ji Weşanên Pallê derket.
Îmad Bernas di pirtûkê de bi çîrokên xwe xwendevanan li kuçe û kolanên Amedê digerîne. Ligel vegotineke şexsî, xwendevan didin pey şopa guherîn û bîra bajarekî. Bernas di navbera salên 2012 û 2024’an, yanê 12 salan ev çîrokên xwe nivîsandine û wekî pirtûkeke 88 rûpelî niha li ber destên xwendevanan e.
Di “Geryanên Berêvarkî li Kolanên Amedê” de pirtûka pêşî ya Îmad Bernam e ku têde 9 çîrok cih digirin.
Beşek ji pirtûkê: “Ji Yuksek Kahveya ku her tim tije ye û çi biçûk çi mezin di her temenî de mişteriyên wê hene, derbasî ser Cadeya Gewranê bûm û piştî geryaneke bêarmanc ji cadeyê qulibîm kolana Buket Lahmacun tê de û ji ber Mona Cafeyê dageriyam ba Karga Cafeyê û gihîştim hember Janya Cafe Donerê. Gelo Rênas Jiyan qe tê vê cafeyê an jî kesên tên vê cafeyê haya wan ji wê helbesta wî ya bi heman navî heye?! Belkî Janya bi xwe tê vir carna. Fermo, em bi hev re donerekê nexwin li vir Janya?”
Îmad Bernas kî ye?
Nivîskar Îmad Bernas di sala 1988’an de li Gevera Colemêrgê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li Geverê, lîse li Enqereyê xwendiye. Wî beşa Fîzyoterapî û Rehabîlîtasyonê ya Zanîngeha Marmarayê ya li Stenbolê xwendiye. Di destpêka salên 2010’an de bi kovara Pêngavê dest bi nivîsina kurdî kiriye. Heta niha nivîsên wî di kovarên wekî Çirûsk, W, Asîva, Wenda, Nûbihar û Jehrê derketine. Ji 2012’an û vir ve ew li Amedê dijî.
- Geryanên Berêvarkî li Kolanên Amedê / Îmad Bernas / Weşanên Pall / 88 rûpel / Çîrok / 2025


