Diyarname
Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) li Rojava roja 1'ê adara 2013'an dest bi weşana xwe kiribû. Ajans niha ket 12 saliya xwe,
Rêveberiya Xweser li ser salvegera xwe daxuyaniyek belav kir û got, "Ajansa Nûçeyan a Hawarê bi demê re, karî tora ragihandinê ya bihêz pêş bixe û ji bo vê armancê xebitî: ragihandina rastiyan bi zelalî, bêyî manîpulasyon û sextekariyê. Em di wê baweriyê de ne ku divê çapemenî bibe dengê bindestan û amûreke bibandor ji bo belavkirina rastiyê û pêşxistina hişmendiya civakî û siyasî."
Ajansê bi gotina "Di vê boneya dîrokî de, em spasiyên xwe arasteyî hemû şopînerên xwe dikin, ew ên ku bûne hevparên vê rêwîtiya ragihandinê" û di dawiyê de wisa gotiye, "Em tekez dikin ku Ajansa Nûçeyan a Hawarê dê ji bo ragihandina rastiyê her dem di rêzên herî pêş ên tokoşînê de be, dê bi awayekî bibandor beşdarî avakirina civakê bibe, civakeke demokratîk, azad û dadperwer ku rêzê li cihêrengiya xwe ya çandî bigire, mafên jin û ciwanan bi pêş bixe û ji bo parastina jîngehê û misogerkirina siberojeke mayînde ji bo nifşên nû yên Sûriyeyê."


