Diyarname
Malpera Gazete Duvar ku ev 9 sal in weşana xwe didomîne, îro cara dawî nû dibe; sibê tê girtin.
Gerînendeyê Weşanê yê Gazete Duvarê Bariş Avşar îro di malperê de ragihand ku dê îro dawî li weşana xwe bînin.
Avşar qala çîroka 9 salan a weşana wan kiriye û gotiye ku lêçûyînên zêde, aboriya enflasyonîst û buhabûna jiyanê, ligel van rewşa giran a li ser çapemeniya înternetê bûye sedem ku dawî li weşana wê bînin.
Rojnameger Avşar sipasiya kesên ked dane Gazete Duvarê kiriye û gotiye, "Niha dema temamkirina serpêhatiyeke di rojnamegeriyê de û xatirxwestinê ye. Lê em dizanin ku hewla lêgerîna heqîqetê dê her bidome. Gazete Duvar jî di nav vê xebatê de dê her bê bibîranîn. Bi xatirê we."
Ji bo yên nizanin: Gazete Duvar 9 sal berê dest bi weşana xwe kiribû. Li Tirkiyeyê bi tirkî weşan dikir, kêm be jî çend nivîsên bi kurdî carinan belav dikirin.


