Diyarname
Di Pêşbaziya Delala Dinyayê de keçika ji Çînê ya bi navê Yu Wenxia bû yekemîn
Pêşbaziya Delala Dinyayê li bajarê Ordos ê Çînê li dar ket. Keçika çînî, xwendekara muzîkê ya 23 salî Yu Wenxia bû yekemîn. Delala Par a ji Venezuelayê Ivian Sercos taca wê danî serê wê. Yu Wenxia piştî tacgirtinê got ku ew dixwaze bibe mamosteya muzîkê.
Di sala 2007'an de ji Çînê Zhang Zilin bûbû Delala Dinyayê, piştî wê Yu Wenxia bû duyemîn çîniya ku dibe delala delalan.
Her wiha ji Gallerê Sophie Elizabeth Moulds bû duyemîn, ji Avustralyayê Jessica Michelle Kahawaty bû sêyemîn.
Bajarê Ordosê ku pêşbazî li wir li dar ket, li nav Moxolistana xweser a Çînê de ye.


