logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Ta: Êşên Ji dozdeh çîrokan dinisile

Dîroka mirovahiyê, bi ‘şer’ û koçberiyên encama şer ve dagirtî ye. “Sala Kulê” çîroka koçeriya ‘piştî şer’ e. Ev şer îht

  • Dîrok: 05/01/2017
  • Beş: Serbest

Mahmut Ozçelik

Dîroka mirovahiyê, bi ‘şer’ û koçberiyên encama şer ve dagirtî ye. “Sala Kulê” çîroka koçeriya ‘piştî şer’ e. Ev şer îhtîmal e ku Şerê Yekem Yê Cîhanê be. Di şevên sar yên zivistanê de ligel xelayê, tunebûna mal û xaniyan; ji bo koçberan dibe sedem ku ew di berf û sermaya zivistanê de, di hundirê çalên di sergoyan de hatiye kolandin de bisitirin û jê hinek jî ji sermayê bimirin… Yên ji sermaya zivistanê ji bêmalbûnê dimirin jê yek jî keçikek temen biçûk e ku li navçeya Asûsê xatir ji dinyayê dixwaze…

“Ta” navê pirtûka Mehmet Dicle ye û ji dozdeh çîrokan pêk tê. Ji evîna bêbersiv hetanî bêbextiya mirovê çavsor ku ji bo malê dinyayê dikare di yek derbê de hevalê xwe bikuje, ji karesatên ji rûpelên dîrokê hetanî evîna roj û dinya û heyvê gelek mijar di bêjinga xeyalên nivîskar re derbas bûye. Jêdara çîrokan bi gelemperî derdora navçeya bi navê ‘Asûsa ku nêzî Diyabekirê ye. Lê min tespît nekir ka gelo ev nav rastîn e an xeyalî ye. Min xwest naveroka hinekan bi we re parvekim…

Hezkirina ji çek û tivingan yek ji taybetmendiyên kurda ye. Carinan ji bo tivingekê tîxûban derbas dikin û bi mehan li pey bi destxistina wan tivingan dikevin. ‘Ta’ jî çîroka bidestxistina tivingek bi efsûn e ku kî wê bikire, dest bide wê; an pê jinek dikuje an jî tiştên hej xerabtir û xetertir tê serî… Bi vegotina çîroka tivingê re zilma li ser jinê tê kirin jî bi zelalî tê vegotin…

Nêçîrvanî belkî pîşeya herî kevn ya mirovan e. Nêçîrvanî hem hêzê hem baldariyê dixwaze. Lê dema baldarî qels be û hêz ji dest mirov biçe, di zivistana sar ya bi berf de, kesê ku li pey nêçîrê diçe, vêca bi xwe dibe nêçîra gur û dirindeyên li çolê. Di çîroka “Seyd” de em pêrgî serhatiya Hesen dibin ku tevî tajiyê xwe di sibata sar de li nêzî Kaniya Guran çi dijîn…

Di kevneşopiya kurdan de mêrkujî mixabin cihek girîng digire. Ji ber sedemên diyar û nediyar, an ji ber sedemên biçûk û mezin, her ev kujtina mêran wekî dêlindêziyek xwe dubare kiriye û xemgîniya xwe, trajediya xwe di dîwarê dîroka me de rêj kiriye. Di çîroka Marê Birîndar de em pêrgî vê dilêşiyê dibin ku çawa di germa havîna tebaxê de, li navçeya Asûsê xwîna mêrek tê rijandin. Ü bi teqîna debançeyê re, mirovek li erdê dirêj dibe. Çend xox ji poşeta di destê mirovê derb lêketî de, dirije û li erdê gilor dibe. Bi teqîna debançeyê re kêfa zarokên li ‘Goristana Mîran’ ku bi marê birîndar re di nava lîstikê de ne diherime û cihê kêfê tirs dadigire. Çîrokeke serkeftî ye…

Di her welatî de çîrokên li ser evîn û dînbûniyê miheqeq heye. Mirovê ku piştî demekê nikare bigihêje mirazê xwe, ji hêla derûnî ve têk diçe û jê pê ve dînbûniya wî deng vedide… Evîn û dînbûn… Di çîroka ‘Li Asûsê Şeveke Kerr’ de vegotina vê rewşê heye.  Hesenê ku dergevantiyê ji qaymeqam re dike, piştî demekê dibe evîndarê jina wî û ji ber vê evîna bêhûde pêvajoya dînbûnê dest pê dike û di şevek tariya bi berf de Hesên li gelek cihên navçeyê digere. Li sergoyê navçeyê bi tevî kûçikan xwarina êvarê dixwe û bêyî bigihêje mirazê xwe li ser berfê tevî evîna di dilê xwe de koça dawî dike…

Jiyana bi vajbaweriyan dagirtî rê li ber gelek aloziyan vedike. Mirovên nezan û bêhêz di her dema dîrokê de, xwestiye bi alîkariya mirovên xwedî sêhr an şêx û meleyan ve dawiyê li derd û nexweşî û pirsgirêkên xwe bîne.  Çîroka ‘Ji me Çêtir’ jî ravîkirina vê rastiyê ye. Mirovekî bêçare piştî dînbûna jina xwe, wekî çare serî li melayê navçeyê dide û dixwaze bi xwendina hin hevokên olî jina xwe vegerîne jiyana saxlem ya berê. Û di şevek tarî ya havînê de ligel ku qedexeya derketina devre li navçeyê heye, xwe davêje mala Mele Emîn û daxwaza alîkariyê jê dike, lê mele tevî ku dibêje ev ne karê min e, karê doxtorekî/ê ye dîsa jî mêrê jinikê qanî nabe…

Dibêjin her kes şahidê dema tê de dijî ye. Çîroknûs Mehmet Dicle wisa dixuye şahidî li şerê salên 90î jî kiriye û di çîroka ‘Hêlîna Qijikê’ de qala vê heyamê kiriye. Lêkdanên di navbera leşker û “talebe”yan de bi zimanek herikbar vegotiye. Û di encama vî şerî de şewitandina navçeyê, kuştina serleşkerekî, pêkutiyên li ser niştecihên navçeyê  û derûniya wan ya xerabûyî…

‘Du Kanî’ çîroka leşker û şervanekî azadiyê bi vebêjiya wan ya paralelî hev, mîna du çîrokên di zik hev de û encam dil bi kul dixuye. Di çîrokê de piştî şerê di navbera her du aliyan de, şervanekî ji hevalên xwe vediqete, bi qasî du hefteyan di şikeftekê de xwe vedişêre, tenê rûyê şivanekî dibîne û dengê beqan dibihîse. Ji ber îxaneta mirovekî, cihê wî tê kifşkirin û di rojek bi baran û bi birûskvedanê de bi tena serê xwe bi şêşt û şeş leşkeran re şer dike û di dawiyê de çîrok bi heman xemgîniya mirovane diqede: Ji her aliyî yek mirî heye. Navê herdu miriyan jî şehîd e.Tenê kêlikên mezelê wan ji hev cihê ye. Kêlikên leşker ji mermerên spî ye; lê kêlikên şervanê azadiyê ji keviran e û bi egela hevalekî xwe ve pêçayî ye…

Di demjiyana mirovan de hin bûyer û birîn hene ku tu carî ne têne jibîrkirin û ne jî bi demê re dikewin. Wekî birînên qaşilnagir her dem xwîn diniqutin. Çîroka ‘Maria’ jî yek ji van çîrokên êşdar e ku me ber bi dîroka sed sal berî vê demê ve dibe. Êşên li ser ermeniyan bi qasî wan me jî diêşîne: Maria zarokek dozdeh salî ye û bi pey hestiyê bavûkalên xwe ketiye. Ew û bavê wê Dîkran ku ji Faransayê hatine, piştî lêkolîna bi rojan di şikeftekê de rastî hestiyên kal û pîrên xwe tên û wan ji şikeftê derdixin li gundê xerabebûyî yê filan defin dikin û vedigerin…

Mehmet Dicle yê ku du pirtûkên din jî nivîsiye ku jê yek dîsa ji deh çîrokên xweş û serkeftî pêk tê û navê wê Asûs e û ya din jî Nara ye. Bi hêviya hûn jî rûpelên wan biçerixînin…

Têbinî: Pêşangeha Pirtûkan ya Edeneyê di navbera 7-15ê vê mehê de ye. Pirtûkên çîrokan yê Dîcle dibe ku bala we jî bikşîne… 

Çavkanî: Mehmet Dicle, Ta, Weşanên Avesta, Çapa Yekem Stembol, 2013

firatt_muratt@hotmail.com

Nivîsên Mahmut Ozçelîk ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Derheqê Franz Kafka de çend gotin 

- Tarîderya: Çîrokek dilperitîner ya penaberan 

- Pilingê Serhedê: Xormek û Cibirî 

- Eşqa ku Dev jê Nayê Berdan: Ax û Azadiya Welat 

- Asoyê Dînan: Romana bi henase û gulbangên kurmancî hatiye xemilandin 

- Manî: Pêxemberê ku ji malbatek esilzade tê 

- Axayên me yên xwedî pirtûk û pirtûkxane
- Nalebar: Jina bêsiûd û erotîzma bêhefsar

- Guhar: Du qewmên qedîm û bîrên wan yên birîndar

- Leyla Fîgaro: Hêrs, hêsir û poşmanî

- Mirina Bêsî: Awirek li heyama kuştinên kiryar nediyar

 - Pêşangeha Sûretan: Çend dîmen ji êş û birînên me

- Tirsa bê Diran: Raseriya tirsê li welatek çargoşeyî 

- Şûrkêşiya Hesenê Metê û Baweriyên Batil
- Mehmet Uzun û ‘Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê’

- Ereb Şemo û Hêviyên Bextewariyê

- "Dilya û Zalar" - 2

- Romanek pirhêlî ya tuxleyî: Dilya û Zalar

- Trajediya Evîndaran: Evîn, jan û xwîn û nalîn e

- Melek jî dimirin

- Baciniyên êzdî û toreya tolhildanê
- Xezal: Wêneyê Şerê Kirêt
- 'Lerizînên Tenêtiyê' û jiyanên têkçûyî
- Jiyana kurdan ya bênasname: “Kitim”
- Şapînoz’a Enwer Karahan û Reşbîniyên Nepen
- Şêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê (Beş II)
- Şêx Seîdê Kal û Sê Gavên Wî yên Dawiyê
- Penaberên li ser çemê Elbeyê
- Moliére Kurdî Dipeyive
- Rondikên ji jiyana kevneşopî diniqutin
- Lehengek Sêwî yê Tazî û Evîna wî ya Nîvcomayî
- ‘Gîtara Bê Têl’ û ‘Perde’

- ‘Berbiska Zer’ a bêmiraz      

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

news
  • 05 10 2026

Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Notên ji şeva Oscarê

ad

Nivîskar û helbestvan Osman Hewramî koça dawî kir

ad

Piştî Îsraîlê welatên din jî peyamên pîrozbahiyê belav kirin

ad

Halterê kurd Haşimî bû yekemînê cîhanê

ad

"Mad Men" dîsa bi ser ket

ad

Navenda Ferheng û Hunera Vejîn a Merîwanê hat şewitandin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname