Diyarname
Bi taybetî di van deh salên dawî de herî zêde înternet ketiye nav jiyana mirovan. Baş e mirov înternetê ji bo çi bikar tînin? Li ser vê lêkolîneke hate kirin û TUÎK 'Saziya Îstatîstîkên Tirkiyeyê) bi navê "Sala 2012'yan, Encamnameya Lêkolîna Bikaranîna Tekolojiya Bîlîşîmê ya ji aliyê Gel ve" encamên lêkolînê weşand.
Di lêkolînê de çend kes înternetê bikar tînin, herî zêde jî ji bo çi bikar tînin jî derket holê.
Vaye ji wê lêkolînê hin agahî:
Li malan rewşa înternetê
- Li Tirkiyeyê li sedî 47,2'yan li malan înternet heye. Ev rêze par sedî 42,9 bû.
- Sedî 27,6'ê malan pêdivî bi bikaranîna înternetê nabînin.
- Herî zêde bi sedî 66,4'an kes ji bo girêdana înternetê ADSL bikar tînin.
- Sedî 13,9 mal girêdana 3G bikar t3inin.
- Li bajaran sedî 55,5'ê malan xwedî înternet in, li çolterê ev rêje sedî 27,3 ye.
- Li nav bajaran herî zêde li Stenbolê li malan Înternet heye. Ev rêje sedî 60,5 e.
Li gor temenê înternet
- Di navbera temenên 16-74'an de rêjeya bikaranîna înternetê bi rêzê sedî 48,7 û sedî 47,4 e.
- Di warê bikaranîna înternetê de temenê di navbera 16-24'an herî zêde kompîtur û înternetê bikar tîne. Derket holê ku di hemû temenên mirovan de mêr ji jinan zêdetir înternetê bikar tînin.
- Sedî 37,8'ê mirovan hema hema her roj dikevin înternetê.
Herî zêde pê çapemenî tê şopandin
- înternet herî zêde ji bo şopandina çapemeniyê tê bikaranîn. Li malan herî zêde ji bo şopandina nûçeyan înternet tê bikaranîn. Rojname û kovar pê tê xwendin. Ev rêje sedî 72,5 e.
- Piştî rêjeya xwendina rojnameyan, bi rêzê sedî 66,8 ji bo şandina e-mailan, sedî 61,3 ji bo nasîna mal an xizmetên cur bi cur înternetê bikar tînin û sedî 49,1'ê mirovan jî ji bo lîstik, guhdariya muzîkê, temaşekirina fîlman û daxistina dîmenan înternetê bikar tînin.
Bikaranîna dan û standinê
- Li gor lêkolînê ji her 5 kesên înternetê bikar tînin yek jê ji ser înternetê re tiştan dikire û difroşe ku ev rêje sedî 21,8 derket. (Par ev rêje sedî 18,6 bû)
- Ji nav van kesan jî sedî 44,4 amûrên spor û lixwekirinê, sedî 18,3 akûdêr elektronîkî, sedî 21,2 amûrên nav malên, sedî 18,3 xurek û pêdiviyên rojane kirîne. Piştî van jî sedî 17,4 ji bo agahiyên rêwîtiyê (kirîna bilêtan, kirêkirina erebeyan û hwd) înternet bikar anîne. Sedî 9,4 gotiye di van dan û standinê de tu pirsgirêka wan derneketiye, lê pirsgirêka herî mezin wekî "amûrên şaş yan jî xirabe gihîştiye ber dest" derketiye holê.


