Diyarname
Li hemberî doza dijî Baroya Stenbolê 59 baroyan daxuyaniya nivîskî belav kir û gotin, "Li hemberî pergala nehiqûqî emê emê serî netewînin û nirxên demokratik biparêzin."
21'ê mehê Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê peywira Serokatiya İbrahim Kaboglu ya ji bo Baroya Stenbolê û peywira Rêveberiya Lijneya Baroya betal kiribû. Li hemberî vê biryarê 59 baroyan daxuyaniya nivîskî belav kir. Baroyan bal kişand ser ji peywirê girtina Kaboglu û rêjevebiray Baroyê, her wiha bal kişand ser girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu û hin şaredarên navçeyan û gotin ku bi vê yekê vîna hilbijêran tune hatiye hesibandin, mafê hilbijartin û hilbijêrî ji holê hatiye rakirin.
**
Nûçeya Eleqedar:


