Diyarname
Stranbêj Remezan Necîm Omerî roja 17'ê mehê di 84 saliya xwe de mir. Omerî li bajarê Dirbêsiyê dijiyan û ji ber nexweşiya dil canê xwe ji dest da.
Remezan Necîm Omerî stranbêj û hunermendekî gelêrî yê kurd bû ûdi sala 1941'ê de li bajarê Dirbêsiyê hatibû dinê. Malbata wî jî malbateke hunermend bû. Ji ber vê yekê hê di zarokatiyê de, di salên 1950'î de dest bi karê hunerê kir. Wî heta niha gelek stran li dû xwe hiştin.
Mihemed Şêxo, Aramê Tîgran, Mehmûd Ezîz jî têde wî ligel gelek hunermendan da-standibû, hevaltî kiribû. Di hevpeyvîneke xwe de gotibû, "Kêfa min gelek ji Mihemed Arife Cizîrî tê, ez di bin bandora wî de mame."
Cenazeyê Necîm Omerî li goristana bajarê Dirbêsiyê defin kirin.


