Diyarname
DEM Partî û malbata Sirri Sureyya Onder 5'ê mehê li Salona Cemal Reşit Rey şîn datînin. Keça Onder Ceren Onder Kandemir, Hevserokên DEM Partî Tuncer Bakir û Tulay Hatimogullari ligel endama Heyeta Îmralî Pervin Buldan wê li şînê bin. Şîn wê saet 11'an de dest pê bike û 7'ê mehê saet 17.00'an de bi dawî bibe.
Li aliyê din hemû rêxistin bajar û naçeyan ên DEM Partî jî li avahiyên rêxistinan dê şîn deynin.
LI ROJAVA ŞÎN DANÎN
Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê jî ji bo Onder şîn danî. Meclisê konê sersaxiyê li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo veda. Ji Kantona Cizîrî bi sedan kes çûn cihê şînê.


