Amed
2'yemîn Rojên Şanoya Zarokan a Gerok ku ji aliyê Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT) ve tê organîzekirin, bi heyecan û coşa zarokan dest pê kir.
Êvara 20'ê mehê dest pê kir û heta 25'ê mehê dê bidome.
Komên jongleriyê yên ku li ber Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê civiyan, bi zarokan re meşiyan heta Qada Jiyana Hevpar a Sumerparkê. Çalakiya destpêkirina Rojên Şanoyan Zarokan li vê derê li dar ket.
HEYECANA PIŞTÎ ŞEŞ SALÊN NAVBERÊ
Seroka Daîreya Çand û Kar û barên Civakî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Zeynep Yaş li vir axivî û got ku ronahiya di çavên zarokan de wan pir kêfxweş û bi heyecan kiriye. Yaş wisa got, "Em piştî navbera şeş salan, li vê meydanê heyecana çalakiyeke wisa dijîn."
HER ROJ LI SÊ NAVÇEYAN ÇALAKÎ HENE
Di çarçoveya "Rojên Şanoya Zarokan a Gerok" de her roj wê li hin navçeyên Amedê çalakî li dar bikevin. Li gor bernameyê 21'ê mehê li Gêl, Lice û Karazê, 22'yê mehê li Pîran, Pasûr û Çêrmûgê, 23'yê mehê li Çingûş, Erxenî û Hezroyê û 25'ê mehê jî wê li Farqînê çalakî ji bo zarokan li dar bikevin.
Çalakî li van naçeyan saet 19.00'an de dest pê dikin.




