Diyarname
Li hemû dinyayê 1'ê Nîsarê/Avrêlê Roja Henekan a Dinyayê de henek têne kirin. Vê carê polîsan êrîşê henekê kir. Mesele li Belçîkayê derket holê. Em qal bikin...
Li Belçîkayê ji ser tora civakî re hat ragihandin ku dê li navenda Brukselê li parkek bi navê "La Boum" festîvaleke muzîkê li dar bikeve û dê 8 sehne bêne amadekirin. Hat gotin ku dê bi dehan muzîkar û DJ beşdarî festîvalê bibin û dê "sifir tevdîrên vîrusa koronayê" hebe. Lê paşê hat ragihandin ku ev yek heneka 1'ê Avrêlê ye. Ligel vê yekê jî bi hezaran kes li parkê hatin ba hev û polîsan jî bi tomayan êrîşê wan kir.
Ji ber ku li Brukselê çalakiyên wisa ji ber vîrusa koronayê qedexe ne polîsan ciwan belav bibin û piştî belav nebûn bi avê êrîşê wan kir. Henekan organîzatoran bû sedema birîndarbûna hin ciwanan û şikandina camên hin erebeyên polîsan.


