Diyarname
Li Qampa Holê ya li Hesekê bi hezaran DAIŞ'î hene. Gelek jê ligel malbatên xwe ne. Niha 239 malbat ji van girtiyan şandin Iraqê.
Rêveberiya Herêma Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Wezareta Koçberan a Parlemena Iraqê li hev kir ku malbatên iraqî yên li Kampa Holê bigirin nava xwe. Di vê çarçoveyê de 239 malbat ku ji 944 kesî pêk tê di bin çavdêriya Hêzên Ewlehî yên Rêveberiya Xweser û Hêzên Koalîsyona Navneteweyî de şandin Iraqê.
Kampa Holê ya herî bi talûke ya li dinyayê tê bi nav kirin. Di vê kampê de endamên DAIŞ'ê hene. Li gor îstatîstîkan 13 hezar hemwelatiyên Iraqê, 15 hezar kes ji hemwelatyên Sûriyeyê û nêzî 6 hezar û 385 hemwelatiyên welatên din ên DAIŞ'î li vê kampê girtî ne.


