Diyarname
Li Tirkiyeyê di reklaman de jî êdî rekor têne şikenandin. Lîstikvana navdar Beren Saat bi Duru re li hev kir û ji bo reklama wan dê 2 mîlyon dolar pere bigire.
Lîstikvan Beren Saat ku bi rêzefîlmên cur bi cur navdariya xwe didomîne niha ji bo reklamê bi Duru re li hev kir. Tê gotin ku wê 2 mîlyon dolar pere ji Duru girtiye.
Ji bo reklamê Pepsi 2 mîlyon Tl, Pantene mîlyonek dolar pêşniyarê Saat kiribû.
Wêneyên ji bo kampanyayê yên Saat ji aliyê fotokêş Nihat Odabaşi ve hatin kişandin.


