Diyarname
Li Tirkiyeyê rewşa xebatê ya rojnamegeran her ku diçe girantir dibe. Di 24 saetan de doz hat vekirin, tehdîd hat kirin, yek jê hat girtin, ceza li kanalê birîn. Va ne agahiyên 24 saetên dawî yên li ser rojnamegeran:
Rojnameger Metin Yoksu hat girtin
Lêpirsîneke ku navenda wê li Artvînê ye hatibû dest pê kirin, di vê çarçoveyê de rojnameger Metin Yoksu hat girtin. Yoksu li Batmanê çû edliyeyê, dozger piştî îfadeya wî girt, bi sedema "endamtiya rêxistinê" şand ber dozger û dozger ew tewqîf kir.
Ceza li belavkar birîn
Li Edeneyê Zilan Gul belavkara rojnameya Yenî Yaşamê bû. 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a AmeDê bi sedema "weşanên deqexe belav kiriye û firotiye" 2 sal û mehek ceza li Gul birî.
Doz li rojnameger Kutlu vekirin
Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê Berivan Kutlu di dema erdheja 6'ê reşemiya 2023'yan de çûbû Mereşê û li wir hin nûçe çêkiribûn. Niha ji ber van nûçeyan derbarê Kutlu de doz hate vekirin. Danişîna wê 16'ê kewçêra 2025'an e.
Rojnameger Durgut tehdîd kirin
Rojnameger Zeynep Durgut li Şirnexê "çeteya fihûşe" derxistibû holê, li ser nûçe çêkiribû. Ji ber vê nûçeyê rojnameger Zeynep Durgut hat tehdîdkirin. Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê piştgirî da Durgutê.
Cemiyeta Rojnamegerên Dixebitin a Şirnexê jî bi daxuyaniyeke piştgirî da Durgutê.
Ceza li Halk TV birîn
RTUK'ê (Lijneya Bilind a Radyo-Televîzyonê ya T irkiyeyê) bi îdîaya "Gel ber bi nefret û neyartiyê ve dehf daye" cezaya 10 roj rawestandina weşanê li Halk TV birî.


