___Dilyar Amûdî___
Niqaşên li ser bingehên şaş, encamên şaş didin. Rastiyên dinyayê hene lê rastiyên me kurdan jî hene. Mixabin rastiyên dinyayê rastiyên me xwar dikin.
Carekê nîqaşek di navbera min û hevalekî min de li ser mijarekê çêbûbû û helbet me li hev nedikir, wî dixwest ku ez bersiva pirsyarekê bidim û min jî jê re digot, "pirsyar şaş e û naxwazim bersivê bidim."
Berî ku bibêjim pirsyar çi bû, ez ê ji we re behsa çîvaoka Muhlenbergî (Muhlenberg legend) bikim. Ev çîvanok an jî efsaneyê navê xwe ji Serokê Encûmena Nûneran a DYA'yê Frederick Muhlenberg girtiye. Li gorî wê, Muhlenberg, bi eslê xwe alman e, bûye sedem ku îngilîzî bibe zimanê serdest li Amerîkayê di şûna almanî de. Salên 1790'î Encûmena Nûneran a DYA'yê nîqaş dikirin bê ka îngilîzî yan almanî bibe zimanê fermî û deng ji bo wê dane. Di dengdanê de wekhevî hebû û dengê Muhlenbergî bû dengê biryarder. Wî jî got, "Çiqasî alman zû bibin amerîkî, ewqasî baş e" û deng li dijî almanî da.
Helbet ev çîvanok derew e. Tiştekî wisa çênebûye û jixwe zimanê fermî yê amerîkayê jî tune ye. Lê ya rastî wisa bû, hejmarek amerîkiyên almanî-axiv li Virginia û Pennsylvaniayê xwestibû ku hinek qanûn bo almanî bên wergerandin. Nîqaş li ser hat kirin û li wir, 42 dengan ji bo bipaşvexistina qanûnê deng da û 41'an jî dengê erê da. Muhlenbergî wê çaxê deng jî neda lê wisa gotibû, "Çiqasî zû alman bibin amerîkî ew qasî baştir e."
Îca ev çîrok wisa hat xwarkirin û li Amerîkayê jî belav bû. Lê tirkan çîrok li gorî dilê xwe xweş kiriye. Ew dibêjin "gava îngilîz û almanan Amerîka damezrand, wan nîqaş kir û li hev kir ku iîngilîzî zimanê wan be.
Îca tirkekî ji hevalê min re ev îdîa digot, "divê zimanekî fermî hebe û binêre wan li hev kiriye ku îngilîzî bikin zimanê fermî." Hevalê min jî aciz dibû û digot, "Ez nizanim çawa bersiva vê pirsyarê bidim." Tevî ku bersiva vê pirsyarê li gorî mentiqê wan ê xwaromaro jî hêsan e. Bersiva hêsan ev "kesî ji me nepirsî ka kurdî ya tirkî em dixwazin, We bixwe jî nîqaş nekir ka kurdî bibe fermî yan na, hema we got, tirkî ye zimanê fermî û çû". Lê di nerîna min de ev bersiva hêsan hem ne pêwîst e û hem jî derî li ber bindestiyê vedike ji ber em niha dengdanê bikin, muhtemelen tirkî dê were hilbijartin.
Sedema ku naxwazim bersiva pirsyarên wisa bidim ew e ku bingeh şaş e. Alman û îngilîz li Amerîkayê dagirger bûn, em li ser xaka xwe ne. Tirk bixwe paşê hatine. Eger ile muqayese were kirin bila rewşa me bi Fransa, Almanya yan jî Çînê re were kirin. Kes naçe ji Almanyayê naxwaze ku deng bide ka dixwazin bi almanî biaxivin an îngilîzî. Li Fransayê nîqaş tune ji bo zimanê xwecihên wî welatî biguherînin. Em ne neçar in di yek dewletê de bi ereb, tirk an farisan re bijîn. Kes tiştekî wisa ji tu miletî naxwaze, çima ji me dixwazin!
Em kurd di hemû danûstendin û nîqaşande -yên dîplomatîk jî tê de- baş bi ser nakevin ji ber em nîqaşê li ser bingeheke rast nakin. Divê em ji her kesî re bibêjin û bidim fêmkirin û qebûlkirin ku Kurdistan mêtîngeh û dagirkirî ye, em li ser xaka xwe di bin destê dewletên biyanî de ne.
Eger em wisa nekin, em ê neçar bin fêrî zimanê tirkî, erebî û farisî bibin, em ê nikaribin daxwaza artêş û ewlehiya xwe ya taybet bikin, ji ber mînakên wisa li dinyayê kêm in. Belkî em bikarin hinek tiştan bixwazin lê ew ê her problematîk bin. Tê federasyonê bixwazî û belkî tu bistînî jî, lê ew ê muçeyên te nedin te. Tuyê bibêjî, bila artêşa min cihê be, ew ê bibêjin artêşên nenavendî tune ne. Heger hebin jî ji çareseriyê bêtir kêşeyan çêdike.
Bila şaş neyê fêmkirin, ez nabêjim ku divê em derfetên biçûk ji destê xwe bibin û li cihê ku em dikarim xweseriyê bistînim, li ser serxwebûnê israr bikin û em her tiştî winda bikin. Ez dibêjim divê em ji bîr nekin ku em welatekî mêtîngeh û dagirkirî ne û mafê me yê çarenûs û serxwebûnê heye. Gava em biaxivin jî divê em vê rastiyê bi bawerî bînin ziman û li gorî şert û mercan bibêjin, em heq û rastiyê lê ji ber rewşa heyî, wekî nimûne, em dixwazin bi aştî bijîn lewra em xweseriyê qebûl dikin, an jî mafê perwerdehiya bi zimanê neteweyî.
Helbet siyaset û dîplomasî hunerek e ku mirov neçar dibe tiştê naxwaze dike û dibêje lê divê em rastiya xwe ji bîr nekin.
***
Nivîsên Dilyar Amûdî yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Beşa winda hat dîtin: Zimanê hindoewropî ji ku hatiye?
- Çiqolata û Qomisyon û hinek peyvên din: Kîjan rast e?
- Kurdistan serbixwe be dê bihuşt be?
- Gelo mirov dikare bêriya kesekî bike ku ew nedîtiye?
- Çîroka kurdeke bi navê Mana; Zimanê muşterek û ortak dil
- Kîjan rast e; berî 10 salan yan 10 sal berê?
- Tiştê çû, yan tiştê bê wê girantir be?
- Devoka te têra me nake; hevfêmkirin û hevnasîn ji te re lazim e
- 'Guhê dîwaran hene' û 'dibe te bişînin mala xaltîka te'
- Em û ew; asgarî ucret û serxwebûn
- Kurdên Ewropayê; me xwe çiqasî winda kiriye?
- Tu û paşnavê xwe çiqasî girêdayî hev in?
- Maçîkirina lêvan ji ku derket?
- Tirkî dikare bi kurdî loma ‘em ders dixebitin’
- Kurd, korona û makarna, ligel pivazan
- Putin gotiye ez ê mala bavê Tirkiyê bişewitînim!


