Amed
Gerînendeyiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasa Amedê, ji bo 1’ê Rezberê Roja Aştiyê ya Cîhanî, şevbihêrkeke bi navê “Helbestên Ji Bo Aştiyê” li dar xist. Di vê şevbihêrkê de, helbestvan Sabrî Ejder Ozîç helbestên xwe yên bi mijarên aştî, wekhevî, dadmendî û azadiyê pêşkêş kirin û bi vê yekê dilê beşdaran xweş kir.
Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, endamên meclisa şaredariyê, cîgirên hevşaredaran, helbestvan, nivîskar û gelek welatî tevlî şevbihêrkê bûn. Ev şevbihêrk bi eleqeyeke mezin hate pêşwazîkirin. Helbestên Sabrî Ejder Ozîç ên bi hestên kûr û watedar, ji aliyê beşdaran ve gelekî hatin ecibandin.
Di dawiya şevbihêrkê de, Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar axafî û got: “Helbestên helbestvanê me Sabrî Ejder Ozîç ji bo aştiyê dengekî bi hêz in. Helbest di nav civakê de ji bo belavkirina aştiyê tevkariyeke girîng dike. Aştî divê bibe daxwaz û armanca me ya hevpar. Bi rêya helbestan em vê daxwazê digihînin hev.”
Herwiha Hevşaredar Cengîz Dundar jî girîngiya aştiyê careke din anî ziman û bal kişand ser wateya vê şevbihêrkê.
Şevbihêrk bi dayina plaketekê ji bo helbestvan Sabrî Ejder Ozîç ji aliyê hevşaredaran ve bi dawî bû.



