Diyarname
Li bajarê Silêmanî hinan bi çek êrîşê rojnameger Hêmîn Mamend kirin û ew birîndar kirin.
Rojnameger Hêmîn Mamend pêşkêşvanê Stêrk TV bû. Îro gule bi ser wî de barandin. Du gule li wî ketine û ew bi giranî birîndar bûye. Mamend rakirine Nexweşxaneya Silêmanî.
DFG'ê daxuyanî da
Komeleya Rojnemevanên Dîcle Firatê (DFG) bi ser hesabê xwe re peyam belav kir û got ku divê zûtirîn gavê de êrîşkar û hevkarên êrîşkaran bene eşkere kirin.
METRO: Bila êrîşkar bêne girtin
Rêveberê Navenda Metro Diyarî Mihemed li ser êrîşê got; “Ji kêliya êrîşa li dijî rojnameger Hêmin Mamend heta niha em bi aliyên peywendîdar re di nav têkiliyan de ne ku demildest êrîşkar bê/n girtin. Dezgeha Asayîşa Silêmaniyê ji me re ragihandiye ku ew ji bo girtina êrîşkar/an di nava liv û tevgerê de ne.”
Mihemed got ku wan ligel doktoran jî axiviye û gotine "niha rewşa wî stabîl e."
PARÊZGER EBÛBEKIR BÛYER ŞERMEZAR KIR
Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir êrîşa çekdarî ya li dijî rojnamevan Mamend bi tundî şermezar kir û da zanîn ku hemû aliyên peywendîdar hatine erkdarkirin ku dest bi lêkolîn û lêpirsîna êrîşê bikin û tedbîrên yasayî cîbicî bikin.


