Diyarname
Di Kûpaya Tirkiyeyê de piştî duh, îro jî maçên Dora 1'em hatin lîstin. Ji tîmên bajarên kurdan Erzincanê zora Qersê bir.
Maça Kars 36 Spor û 24 Erzincan Sporê li Qersê hate lîstin. Di nîveka yekem de wekhevî xira nebû, lê di nîveka duyemîn de lîstikvanê Qersê û qeleparêz li hev nekirin, ji xetaya wan Muhammed Ali Cagla fêde girt û gog şand nav keleha vala. Bi vê yekê 24 Erzincanspor bi 1-0 derket pêş. Piştî vê kêliyê encam neguherî û bi vê yeKê 24 Erzîncanspor bi ser ket. Tîm derbasî Dora 2'yan bû.
Duh ji tîmên bajarên kurdan Bingol spor û Karakopru spor bi ser ketibûn û derbasî Dora 2'yan bûbûn.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Bingol Spor û Karakopru Spor bi ser ketin
- 19 tîmên bajarên kurdan dilîzin


