logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Sedî 99 dixwazin zarokên wan bi kurdî perwerdehî bibînin

Li ser zimanê zikmakî li nav malê, li nav jiyanê û li dibistanan du anket hatin çêkirin û encamên balkêş derketin.

  • Dîrok: 09/05/2021
  • Beş: Nûçe

Diyarname

Sosyo Polîtîkî bi navê "Ji bilî tirkî zimanên ku li Tirkiyeyê têne bikaranîn û rewşa wan a di nav perwerdehiyê de" û "Dersa Hilbijêr a Di Warê Ziman û Zaravayên Dijî de" du anket amade kirin. Anket di navbera rojên 16-28'ê avrêla 2021'ê de hatine çêkirin.

Xebata yekemîn wekî online ligel 1047 kesên li bajarên wekî   Amed, Agirî, Enqere, Antalya, Batman, Bedlîs, Dêrsim, Riha, Şirnex, Wan, Mêrdîn, Culemêrg, Semsûr, Stenbol, Îzmîr, Kocaelî û Mêrsînê dijîn hatiye çêkirin.

Anketa duyemîn a li ser dersa hilbijêr jî li 138 mamosteyên li bajarên wekî  Amed, Wan, Şirnex, Riha, Culemêrg, Sêrt, Çewlig, Batman, Agirî, Mêrdîn, Stenbol û Kocaelî hatiye çêkirin.

Vane ji anketan hin kîte:

Ji bo anketa pêşî:
SEDANEYA ZARAVA Û ZIMANAN

- Ji beşdaran sedî  sedî 86.3 zaravayê wan kurmancî, sedî 10.2 kirmanckî, sedî %0,9 erebî, sedî %0,8 ermenî û sedî 1.8'î jî gotiye zimanê min ê zikmakî tirkî ye.

AXAFTINA LI NAV MALÊ

Li ser pirsa hûn li mal kîjan ziman-zaravayê bikar tînin sedî  %65,3 gotiye kurmancî, %28,9 gotiye tirkî, sedî %5 gotiye kirmanckî.

Yên ku gotine zimanê min erebî ye, ji wan sedî 44.4 gotine em li mal erebî sedî 55.6 gotine em tirkî diaxivin.

Yên ku gotine zimanê min ermenî ye gotine em sedî 50 bi ermenî, sedî 50 bi tirkî diaxivin.

Yên ku gotine zimanê/zaravayê min bi kirmanckî ye gotine sedî 48.6 bi kirmanckî, sedî 43.9 em bi tirkî diaxivin.

Yên ku gotine zimanê/zaravayê min bi kurmancî ye sedî 74.4 gotine li mal em bi kurmancî, sedî 25.6 gotine em bi tirkî diaxivin.

Yên ku gotine zimanê min tirkî ye gotine sedî 15.8 bi kurmancî, sedî 84.2 bi tirkî em xeber didin. (Kompaniya lêkolînê li ser vê gotine îhtîmal e ew bi xwe kurmanc in lê tirkî wekî zimanê xwe yê fermî qebûl dikin loma wisa bersiv dane).

LI KUÇEYÊ AXAFTIN

-Li ser pirsa li kuçeyê, li nav jiyana civakî hûn kîjan zimanê bikar tînin, sedî 57.5 gotiye em tirkî, sedî 40.5 gotiye bi kurmancî em xeber didin. Ji ev kesên ligel wan hatiye axivîn sedî  49.2'yê mêran gotiye em bi tirkî, sedî 48.2 gotiye bi kurmancî. Ji jinan sedî 71.5 gotine em bi tirkî, sedî 27.2 gotine em bi kurmancî xeber didin. Yên ku zimanê xwe wekî kirmanckî dibînin ji wan sedî 71 gtine em li kuçeyan bi tirkî diaxivin.

- Ji beşdaran sedî 53.6 gotine bi zimanê xwe yê zikmakî em hem dikarin biaxivin hem bixwînin, sedî 32.3 gotine em dikarin biaxivin lê nikarin bixwînin.

- Li ser pirsa li nav malê hûn çiqas çalak bi zimanê zikmakî diaxivin ev encam derketiye: Dayik sedî 82.4, bav sedî 82.5, zarokên temen 0-5 sedî 39.6, yên temen 6-11 sedî 37.3, yên 12-17 sedî 40.6, yên 18-24 sedî 49.8, yên 25-34 sedî 61, yên 35-44 sedî 71, yên 45-54 sedî 80, yên 55-64 sedî 87.2, yên bi ser 65'î de sedî 92.7 bi zimanê zikmakî diaxivin.

- L iser pirsa ji bo hînbûna zimanê zikmakî hûn kedê didin sedî 78.6 gotiye rê, sedî 5.9 gotiye na.

DAXWAZ HEBÛ LÊ POL NEHAT VEKIRIN

- Li ser pirsa daxwaza we ya hilbijartina zimanê zikmakî ya di dibistanan de çi encam we bi dest xistiye sedî 44.2 gotiye ligel ku me daxwaz kir jî pol nehat vekirin û sedem jî negotin me. Sedî 21.5 gotiye ligel daxwaza me jî gotine daxwaz hindik e û pol venekirine; tenê sedî 16.3 gotiye li ser daxwaza me pol hatin vekirin.

Yên ku daxwaz nekirine ji wan hatiye pirsîn, sedî 27.9 gotine haya me jê tune bûye ku dikarin dersa hilbijêr hilbijêrin, sedî 18.9 gotiye me daxwaz kiribû nehatibû qebûlkirin loma ne carek din hilnebijart.

SEDÎ 99 ZIMAN DIXWAZIN

- Li ser pirsa hûn dixwazin zarokên we bi zimanê zikmakî perwerdehiyê bibînin sedî 99.1'î gotiye belê. Her wiha sedî 80 gotiye bi têra xwe dersên ziman û zaravayên dijîn tune ne.

- Li aliyên din sedî 88.1'î gotiye divê zarok zimanê xwe hînê zarokên xwe bikin, sedî 87.9 gotiye divê ziman bikeve bin ewlehiya zagonî û bibe fermî.

XEBATA LIGEL MAMOSTEYAN

Di xebata din ku ligel 138 mamosteyên li dibistanên cuda dersê didin de jî ev encam derketiye holê:

- Li ser pirsa "Li dibistanên hûn dixebitin çima dersa zimanên dijîn nayê dayîn?" sedî 26.8 gotiye ji ber helwesta îdarî/polîtîk, sedî 16.3 gotiye ji ber di asta dibistana seretayî û lîseyê de ev ders nîn e, sedî 13 gotiye daxwaz tune ye, sedî 11.4gotiye ji ber pispor/mamoste nîn in, sedî 8.1 gotiye tu agahiya min li ser nîn e, sedî 5.7'î gotiyej i ber îdarekar/malbatên zarokan ditirsin.

- Li ser pirsan di dibistanên we de kîjan ziman û zarava wekî dersa hilbijêr têne dayîn, sedî 77.5 gotiye tu ders nayê dayîn, sedî 11.6 tu bersiv nedaye, sedî 8 gotiye kurdî/kurmancî, sedî 2.2 gotiye kurdî/zirmanckî, sedî 0.7 gotiye bi ermenkî.


Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Kargeha 'Bîra Hevpar' li dar dikeve

ad

Vê carê li Girtîgeha Batmanê şewat derket

ad

16 hezar mamoste dê li 1950 dibistan dersê bidin

ad

Di nav şanoya kurdî de rêwîtiyek: Berfîn Zenderlîoglu

ad

Wênesazên Mexmûrî li Silêmaniyê pêşangehê vedikin

ad

Bi beşdariya deh hezaran cenazeyên Denîz û Ablay hatin veşartin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname