Diyarname
Pirtûkeke nû ya çîrokan a Evdirehman Elçek derket. Pirtûka bi navê “Çîrokên li ber bayê” ji Weşanxaneya Nûbiharê giha ber destên xwendevanan.
Evdirehman Elçek di sala 1979’an de li Erziromê hatiye dinyayê. Li Zanîngehê Beşa Zimanê Tirkî xwendiye û niha mamostetiyê dike. Heta niha du pirtûkên wî yên çîrokan derketibûn, niha ya sêyem jî derket. Pirtûka wî ya pêşî bi navê “Neban” di sala 2017’an de ji Weşanîn Lîs derketibû. Paşê di sala 2020’î de bi navê “Şîva Miriyan” ji Nûbiharê û niha ya sêyem jî dîsa ji Nûbiharê bi navê “Çîrokên li ber bayê” derket.
Elçek di çîrokên xwe de rengek nû bikar tîne. Bi şêwazeke cihêreng çîrokên Elçek xwe digihînin ber destên xwendevanan loma jî ji çîrokên wî heta niha hatine hezkirin. Di pirtûka ber dest de wî cihên wekî nexweşxane, dadgeh, xaniyên xalî wekî mekan bikar anîne, û tirs û xeyalên karekteran û a van mekanan wî li metnê zêde kirine.
Di çîrokên Elçek de dengekî tazî û ragirtî di derûna karakteran de rengê xwe dide xwendevan. Di berhemê de zeman û mekan ber bi rabihuriyê ne. Elçek şêwazên cihê di vegotinê de dane xebitandin, car heye deqên kurt û parçeyên tematîk şewqa xwe dikine ser mijarê. Car heye çîrok di teqla nezmê de daye herikandin.
Di pirtûka li ber dest de çîrokek bi navê “Celse” heye ku bi beşên celseyên mehkemeyê, hest û bêhûdeyiya wê hewaya “Doz” a Kafka dide.
- Çîrokên li ber bayê / Evdirehman Elçek / Nûbihar / Çîrok / 108 rûpel / 2025


