Amed
Bavê Şaredarê Yenîşehîra Amedê Firat Anli, Mehmet Anli ji ber nexweşiya "qansêra rûviyan" jiyana xwe ji dest da.
Cenazeya Mehmet Anli yê 76 salî îro anîn Mizgefta Hz. Omer, li wir nimêja cenazeyê kirin û dûre birin li Goristana Deriyê Mêrdînê veşartin.
Di merasima cenazeyê de Şaredara Baglarê Yurdusev Ozsokmenler, Şaredarê Zulkuf Karatekin, ê Licê Şeyhmus Bayhan, ê Pîranê Abdullah Akengin, rêveberên DTP'ya Amedê, ÎHD'ê, TUHAD-FED'ê, endamên rêxistinên saziyên sivîl û gel amade
bûn.
Şîna Anli li Mala Şînê ya Pîraniya de hatiye lidar xistin.


