Diyarname
Di 20'emîn salvegera kuştina rewşenbîrê kurd Musa Anter, bi gotina kurdan Apê Mûsa de, mala wî ya li Stîlîlê kirin muze.
Li Bajaroka Stîlîlê ya Nisêbîna Mêrdînê li mala Apê Mûsa merasima bîranînê hate li dar xistin. Kurên Apê Mûsa Anter Anter, Dîcle Anter, keça wî Rahşan Anter, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemir, Gerînendeyê Ozgur Gundemê Huseyin Aykol, Berpirsê Karên Nivîsaran ê Evrenselê Fatih Polat, rojnaemger Ertugrul Mavioglu, Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokhan, Endama Meclisa Partiyê ya BDP'ê Cihan Sincar, Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Zana Farqinî, rêveberên bajar û navçeyên Mêrdînê yên BDP'ê, gelek şaredarên BDP'ê di merasimê de amade bûn.
Di merasimê de Şaredar Baydemîr axivî û got ku heta kurd azad nebin li Rojhilata Navîn tu gelekî azad nabe." Her wiha Baydemîr got ku di sedsala 21'ê de divê tu kesekî jî neyê kuştin.
Baydemîr got ku zarokên ku li vê derê dijîn dê rojekê werin ser gota Apê Mûsa, mizginiya aştiyê bidin û wisa dom kir: "Wan bi qetilkirina te gotin qey dê rûyê ronî yê kurdan li holê bihêlin. Pênûsa te niha di destê bi hezaran, mîlyonan de ne. Bila rihê te şad be ey Apê Mûsa."
Piştî axaftinan mala Apê Mûsa kirine muze vekirin. Rahşan Anter û Anter Anter li ser tiştên ku bavê wan bikar aniye axivîn, qala dîroka wan tiştan kirin, di rewşeke wisa de hewayeke hestiyar derket holê. Di muzeyê de çenteyê Apê Mûsa û tiştên têde yên roja ew hat kuştin jî cih digirin.
Yên bi ser ketin hatin xelatkirin
Her wiha heman êvarê jî rojnamegerên di Pêşbaziya Xelatên Apê Mûsa û Şehîdên Çapemeniya Azad* de bi ser ketin hatin xelat kirin.

* Encamên Xelatên Şehîdên Çapemeniyê diyar bûn


