logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

25 hezar kes ji bo xwedî li zimanê xwe derkeve li qadê bû

25 hezar kes beşdariyî mîtînga 'Êdî bes e, em perwerdehiya bi zimanê xwe yê zikmakî dixwazin' bû. Vane notên ji mîtîngê:

  • Dîrok: 10/06/2008
  • Beş: Nûçe

 

Gever
Mîtînga 'Êdî bes e, em perwerdehiya bi zimanê xwe yê zikmakî dixwazin' bi beşdariya 25 hezar kesî pêk hat.

Ji bo zimanê kurdî TZPKurdî li Gevera Culemêrgê mîtîngeke bi diruşma   "Êdî bes e, em perwerdehiya bi zimanê xwe yê zikmakî dixwazin" li dar xist. Di mîtînga ku li Qada Spora ya Geverê li dar ket de mebûsê serbixwe yê Culemêrgê Hamit Geylani, Şaredarê Culemêrgê Kazim Kurt, Şaredarê Geverê Salîh Yildiz, Şaredarê Şemzînanê Hurşît Tekîn, Şaredarê Bajaroka Bajêrgehê Hurşît Altekîn, Şaredarê Cizîrê Aydin Budak, Şaredarê Silopiyê Muhsîn Konur, Serokê DTP'a Culemêrgê Hasan Guzel, Cîgirê Serokê DTP'a Wanê Selîm Ertaş, rêveberên DTP'ê yê yên Wan, Colemêrg, Şirnex, Gever, Şemzînan, Cizîr, Berdevkê TZP Kurdî Qahir Bateyî, aktivîstên Însiyatîfên Dayikên Aştiyê yên Wan û Culemêrgê jî beşdarî mîtîngê bûn.

Notên ji mîtîngê:
- 25 hezar kes di mîtîngê de amade bûn. Ev yekem mîtîngeke ku bi vê gurahiyê bi taybetî ji bo ziman tê li dar xistin.
- Di mîtîngê de pankartên "Emê faşîzmê xilas bikin, sosyalîzmê bînin", "Êdî bes e, em zimanê xwe dixwazin", "Bê ziman jiyan nabe", "Bila zimanê me kurdî be", "Êdî bes e, em zimanê dayika xwe dixwazin", "Zimanê me rûmeta me ye, em xwedî li zimanê xwe derkevin" haten vekirin.

- Mebûsê serbixwe yê Culemêrgê: Hamît Geylanî: Ji dîrokê ve polîtîkayek înkarê ya li ser zimanê kurdî dom dike heye. Tu caran nehate xwestin ku em bi zimanê xwe bi axivin. Destûra vê jî nedan. Kurd êdî dixwazin bi zimanê xwe yê zikmakî bi axivin. Beriya Makezagona 1920'an, kurd xapandin, gotin 'werim em misliman in, em vî welatî bi hev re xilas bikin.' Lê piştî îlankirina komarê, di makezagona hatiye derxistin de, sîstema yek ziman, yek al, yek netew li ser gelê kurd hate ferzkirin. Îro me çiqas ev pirsgirêk biribe parlamentoyê jî, AKP radibe pirsgirêka laçikê, bi hestên olî yên xwîşkên me dilîze û hewl dide ku pirsgirêka kurd ku pirsgirêka bingehîn a welat e, veşêre. Dema em dibêjin kurdî, gotin dê di TRT'ê de qenalek 24 saetan weşanê bike. Lê hewl didin bi sîstema xwe zimanekî din bidin. Sedema hebûna me ya li vir ew e ku daxwaza zimanê zikmakî ragihînin hikûmet û meclisê. Em dixwazin zimanê xwe û xwe bixwe pêş ve bibin. Em sîstema ku hinekên din ferz dikin, tu caran qebûl nakin."

- Berdevkê TZPKurdî Qahir Bateyî: Li cîhanê tenê miletek ku bi zimanê xwe na axive heye. Ew jî gelê kurd e. Gelê kurd bi salan e, nikare bi zimanê xwe biaxive, her tim zimanên din li ser gelê kurd hatin ferzkirin. Lê divê êdî her kes vê yekê baş bizane. Li vir miletek heye, ew jî gelê kurd e û zimanê wê jî kurdî ye. Li wir miletên bira û 2 ziman hene. Çawa ku tirk bi rehetî xwe îfade dikin, gelê kurd jî divê êdî bi rehetî xwe bi zimanê xwe îfade bike. Em bi salan e tiştekî dixwazin. Em dixwazin bi awayekî azad bi zimanê xwe biaxivin, lê çiqas em vê dixwazin, hinek zimanê xwe li ser me ferz dikin. Em wekî TZPKurdî li dijî vê polîtîkaya înkarê dibêjin êdî bes e. Êdî em dixwazin zimanê xwe û çanda xwe bi awayekî azad bijîn. Kurd êdî dê têkoşîna vê li her derê bidin.

- Serokê DTP'a Culemêrgê Hasan Guzel got: Ez li vir bang li rayedaran dikim. Êdî bes e, em dixwazim bi zimanê xwe yê zikmakî bi axivin. Bila êdî zimanê kurdî bigirin bin ewlehiya makezagonê. Kurd dê êdî vê li qadan bînin ziman û dê bibin şopdarên vê daxwazê.

- Serokê Şaxa KURDÎ DER'ê ya Geverê Besîn Baykan: Wekî ku her miletî ku zimanek wan heye, zimanê kurdan jî kurdî ye. Em li vir diqîrin; divê zimanê kurdî li qadek azad, dibin ewlehiya makezagonê de wekî zimanê perwerdehiyê bê bikaranîn. Bi hezaran kesên li vê qadê kom bûne, aştiyê dixwazin. Li gel aştiyê ziman û çanda xwe dixwaze."

- Serokê DTP'a Geverê Vahît Şahînoglu: Kurd êdî li her qadê bi awayekî eşkere daxwazên xwe tînin ziman.

- Şaredarê Geverê Salih Yildiz: Xeyalek din a kurdan pêk hat. Vaye xeyal ev e. Gelê kurd êdî li qadan zimanê xwe dixwaze. Em li vir bang li cerdevan û ajanên li dijî vî zimanî derdikevin dikin. Ma qey tu şerefa we nîn e. Hûn çawa guleyan berdinin birayên xwe. Sîstem cerdevaniyê ferz dike. Sîstem nokeriyê ferz dike. Sîstem li ser gelê kurd îxanetê ferz dike. Em li vir ji îxanetê re dibêjin bes e."

DÎHA - Diyarname

Parve Bike

Youtube Me
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 07 06 2026

KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

news
  • 06 06 2026

Meseleya pêkenoka Rahmi Koç û heqareta li jinên kurd

news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

news
  • 01 06 2026

Li 28 gund û 8 taxan wê çalakî hebin

news
  • 01 06 2026

Îlham Ehmed dimay Efrînî, şî Şêxmeqsûd

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji bo danasîna 'Rêzimana Kurmancî' çalakiyek hat sazkirin

ad

Piştî 9 salan Ocalanî çi got?

ad

Barzanî û Talebanî peyam belav kirin

ad

Weqfa Beşîkçî: Îdîayên têne kirin bi weqfa me re ne eleqedar in

ad

Rojnamegeran sersaxî ji bo malbata rojnameger Egîd Roj xwest

ad

Siûdiyan der barê rêzefîlmên Sûriyeyê de biryarek nû dan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname