Diyarname
Li Enqereyê bi beşdariya Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari komeleyeke nû vebû. Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Anatoliayê li ser bîra NÇM'ê (Navenda Çanda Mezopotamyayê) wê xebatên xwe bike.
Avahiya komeleyê li Ataturk Bulvari ya Çankayaya Enqereya Tirkiyeyê ye. Roja 26'ê mehê bi beşdariya endamên komeleyê, Bakirhan, Hatimogullari û gelek kesên din merasima vekirina komeleyê li dar ket. Rêvebera Komeleyê Rozerîn Baltaş got, ev komeleya wan dê bibe dengek nû û wan ev deng bi awayekî komînal derxistiye holê. Baltaş wisa dom kir, "Ev ne tenê komele ye, di heman demê de nasnameyek e. Hebûna gel e. Huner ji bo kurdan di heman demê de rê û rêbaza berxwedanê ye. Di heman demê de li hemberî asîmîlasyon û înkarê qadek e."
Reyhan Yildirim jî got ku baweriya wan ew e li Enqereyê komeleya wan dê valiheyeke mezin dagire.
Hunermendê NÇM'ê Genim jî di merasimê de axivî qala rêwqîtiya wan, ked û berdêlên ku dane kir. Genim got ku ev gav ji bo Enqereyiyan dê bibe gavek nû.
Piştî axaftinan konserek biçûk hat pêşkêşkirin.


