logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin
  2. Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin
  3. Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin
  4. Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe
  5. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
news-details

Hinguvê 'Kewar'a Serwet Ornek

  • Dîrok: 23/12/2025
  • Beş: Serbest

___Dr. Roger Acun___

Serwet Ornek ji sîh salî zêdetir e li ser ziman, edebiyat û çanda kurdî dixwîne, dinîvîse û diponije. Xebatên wî yên bi salan êdî fêkiyên xwe didin û ew fêkî, li ser sifreya rewşenbîriya kurdî cihên xwe digirin. Kitêba Serwet Ornek a yekem bi navê “Ceribînek li ser Hewoksaziya Kurmancî” ji aliyê Weşanxaneya J&J’yê di sala 2017'an de hat weşandin. Ornek di vê xebatê de bi hûrgiliyeke akademîk li ser mijara sentaksa kurdî disekine, ji gelek deqên edebî, bi sedan hevokan tehlîl dike û li gorî dema xwe valahiyekê tijî dike.

Xebata Ornek ya duyemîn bi navê “Netewe û Neteweperwerî” dîsa ji heman weşanxaneyê di sala 2022'yan de derketiye. Ornek, di vê berhema xwe de têgehên netewe û neteweperweriyê bi kurmanciyeke xwerû û bi perspektîfeke panoramîk vedikole. Nivîskar, mijareke berfireh wekî netewperweriyê; bi analîzên civakî, siyasî, antropolojîk û aborî yên ramanweran bênder dike û hewl dide ku em bigihîjin puxteya çavkaniyên teorîk ên derheqê vê meseleyê de hatine nivîsîn.

“Kewar”a Serwet Ornek ku berhema wî ya sêyem e, vexwendina xwarina hinguvê wêjeya kurdî ya sedan sala ye. Ev hinguv, di binê şikeftên quntarên çiyayên gotinê de li benda berbanga ronahiyê şêrîntir bûye. Mêşhingivên “Kewar”a Ornek, ji çendîn kulîlkên biharên rengîn ên hest û ramanên bêhnxweş, tovên jiyanê berhev kirine. Pariyek vî hinguvê xweştem, li ser kenê bi tinaz ê zarokekî ye ku çîroka wî dîroka miletekî bindest e. Wêneyek, dibe eynika serdemeke tîjî kul û keser. Kêliyek nêrîneke bi tinaz, dibe şerîda fîlmekî şahane ku dê her mayinde be. Felsefeya kenê zarokekî, dibe analîza kenê mirovahiyeke di nava pêlên stemkariyê de têkçûyî.

Gezek hingivê vê “Kewar”ê, bi destê me digire û me dibe li daristana hişê rêberekî li ber sêdarê digerîne. Dilê me, rondikên axînê dibarîne li pey heyfa giwîzên ku ji ser qubeya azadiyê digindirin. Tîbûneke xedar li me dixezibe û bixuşkek dikeve ber şimika dilê me. Sê gavên bêr sêdarê, dibe mixabiniya evîn û têkoşîna rêberekî dê her hebe. Ornek, me dixe dewleke tekûz û bi xwe re dadixe binê bîra Jan Dost. Pênûsa Serwet Ornek, wekî ku naxwaze em ji lezzeta zimanê Jan Dost têr bibin, tevna “Mîrname”yê li ber me radixe, lehengên romanê tehlîl dike û kul û keserên Xanî, berceste dike.
Dîrok, tevlî hemû rastî û derewên xwe balê dikêşe. Carinan dibe qendîlek ku agirê wê digihîje heta roja me û rêya me ronî dike. Carinan jî dibe hefsarek û heta hetayî li dest û lingên me digere. Ornek, berê mêşhinguvên “Kewar”a xwe dide dîroka kambax û pey têkiliyên dîrok û romanê dikeve,  Peyamên di binê kozeriya dîrokê de nixumandî li ber çavan radixe. 

“Kewar”a Ornek, “tirseke bêdiran” jî dihewîne. Ornek, derûniya tirsê bi derziya pirsê vedikole da ku em bablîsokên binehişê Helîm Yûsiv bibînin û li tirsên ku me episandine şikeftên mejiyê xwe haydar bibin. Tirsên ku ji zarokatiyê heya mirinê wekî şûrê Demokles li ser giyanê me her dihejin û nahêlin kêlîyekê aramî bibe para me, bûye zikêşa pênûsa mamoste. Herwiha Or nak, romana Helîm Yûsiv a bi navê “Gava ku Masî Tî Dibin” jî di peywenda peyamên nixumandî dinirxîne û pey esrara tîbûna masiyekî dikeve. Gelo masiyek çima tî dibe?

Ornek,  têkilîya huner, hunermed û siyasetê jî bi awayekî zelal dinirxîne. Huner ku aliyê însan yê herî dilzîz e, bi mîmesîsê ango teqlîdê dest pê dike. Mirov, deng û rengê xwezayê li ser tûalê resim dike, li ser kaxizê dike helbest, bargiraniya kevirekî diavêje û ji hundirê wî peykerekî resen derdixe, li ser têlên amûrekê pinpinîkên notayan difirîne. Di vî karê afirîner de motîvasyoneke kûr heye ku ew bi xwe li hember mirinê serhildanek e. 

Ornek, li ser zimanê devkî û nivîskî jî disekine û ciyawaziya her du zimanan bi hûrgilî dinirxîne lewra ew, xemxurê folklora kurdî ye ku gotinên bav û pîran ji “Kewar”a wî tu carî kêm nabin û ev gotinên zimanê devkî, di navbera do û îro de pireke zêrîn ava dikin û guliyên zimanê nivîskî dihûnin. Serwet Ornek, xewnên dem û dewranên zêrîn û kul û keserên jiyanê di satila hişê xwe de dimeyîne û bi meşka wêjeyê dikêle da ku li ser sifreya zimanê dayikê, rûnê nivîşkê gotinên kurdî bi hinguvê “Kewar”a xwe pêşkêşî me bike.
 

Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 02 06 2026

QEREÇÎ; Aşiq-Roman-Çingene

news
  • 01 06 2026

Muzîk, Hişê Çêkirî û Kurdî: Li ser van mijaran çend gale gal

news
  • 30 05 2026

Çûyîna Bavo ya Hecê!

news
  • 25 05 2026

Di 'Dirindeyên Hesinî' de helbest, hêma, sembol û tiştên din

news
  • 24 05 2026

The Mist (Mija Kujer), rastî û windabûna hişmendiyê (Bi nêrîneke derûnkolînerî li ser rewşa kurdan)

news
  • 21 05 2026

Kurdan di 2 rojan de 4, di 6 mehan de nêzî 10 komeleyên kurdî vekirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

2018: Kurdên me yên ku xatir xwestin

ad

Li Antalyayê li ser "Mîn dît"ê nîqaş derket

ad

Hunermend Seîd Gabarî wefat kir

ad

Bêrîvan Aymaz, Zekî Ozmen û yê donercî

ad

ÇHD'ê rêziknameya xwe wergerand kurdî

ad

Komleya Nivîskaran girtina nivîskaran şermezar kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

  • 04 06 2026
news

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

  • 04 06 2026
news

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

  • 04 06 2026
news

Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe

  • 04 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname