logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Îro, agahiyên li ser Şêx Meqsûd û Eşferiyeyê

  • Dîrok: 11/01/2026
  • Beş: Nûçe


Roja 11'ê mehên notên li ser şerê li Taxên Kurdan Eşrefiye û Şêx Meqsûdê:

3 XEBATKARÊN HEYVA SOR A KURD HATIN REVANDIN
Li Taxa Şêx Meqsûd 3 xebatkarên Heyva Sor a Kurd hatin revandin. Hevserokê Heyva Sor a Kurd Dilgeş Îsa eşkere kiriye ku 3 xebatkarên wan ji aliyê hêzên girêdayî Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê ve hatine revandin. Îsa bang li Xaça Sor a Navneteweyî û saziyên alîkariyê kiriye ku bikevin nava tevgerê.

46 BIRÎNDAR BIRIN REQAYÊ
46 birîndarên ku ji Şêxmeqsud û Eşrefiyê şeva din anîbûn herêma Rêveberiya Xweser birin Reqayê. Birîndar li Nexweşxaneya Leşkerî ya Şehîd Kendal û Nexweşxaneya Reqayê hatin bih cihkirin û dest dermankirina wan kirin.

BÎLANÇOYEK JI TAXÊN KURDAN
- Li gor hin agahiyên hatine belavkirin di êrîşên bi ser taxên kurdan de 23 endamên çekdarên ser Artêşa Demkî ya Sûriyeyê de mirine. Hin dibêjin hejmar ji vê zêdetir e.
- 4 tumenên cuda yên Artêşa Ereban a Sûriyeyê êrîş kirine.
- Di êrîşê re tang, yekîneyên topavêj û çekên giran bikaranîne. Her wiha balafirên bê mirov jî alîkariya wan kiriye.
- Li gor Reutersê bi ser 140 hezar kesî de mirov di van êrîşan de ji cihê xwe bûne. Lê hinên qalan bi ser 160 hezarî de dikin jî hene.
- Li gor agahiyan di êrîşê de 42 hezar leşkerê çekdar cih girtine. 124 tang, top, fuze, balafirên kefşê hatine bikaranîn.
- Heyva Sor a Kurd gotiye ku ji Taxa Şêx Meqsûd 100 birîndar derxistine.

CENAZE BIRIN ROJAVA
Di çarçoveya agirbesta qismî ya li taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê yên Helebê de, karwana cenazeyên kesên ku canê xwe ji dest dane û kesên birîndar bûne ji nexwaşxaneyan girtin û derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Erebeyên girêdayî Heyva Sor a Kurd gihîşt Rojava.
Bi sedan şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku bi armanca piştgiriyê ketibûn ser rêya Helebê, li deriyê bajarê Dêr Hafirê yê Tebqayê pêşwazî li karwanê kirin. Birîndarên anîn Rojava ji bo dermankirinê li nexweşxaneyan bi cih kirin.

*
PARTIYÊN KURDAN: ÊRÎŞÊN LI SER HELEBÊ BIDIN R AWESTANDIN:
Î
nîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk ku DBP, KKP, Partiya Azadî, DDKD û PDK-T têde ne li ser êrîşên li ser taxên Şexmeqsûd û Eşrefiyeyê daxuyaniyeke nivîskî belav kirin. 
Va ne hin notên ji daxuyaniyê:
- Li Rojhilata Navîn statukoya ku li dijî hebûna kurdan hatiye avakirin carek din li qada Sûrîyeyê tê zindîkirin. Îro êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê jî hêza xwe ji vê statukoyê digire.
- Çar roj in li Helebê taxên kurdan ji aliyê hêzên Hikumeta Demkî ya Sûrîyeyê ve hatine dorpêçkirin, li dijî niştecihên sivîl çekên giran tên bikaranîn. Gelek  sivîl hatin qetilkirin û mafê jiyanê yê gelê sivîl bi awayekî aşkere hê jî tê binpêkirin.
- Em bang li raya giştî dikin ku li hemberî êrîşên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bêdeng nemînin; lewra herî kêm jiyana 200 hezar kesî di bin xetereyeke mezin de ye. Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê bi veguherînekê û xetereya ku taxan bê kurd bihêlin heye. Em bang li Koalîsyona navneteweyî dikin ku li dijî xetereyeke wiha tedbîran bigirin.
- Rejima nû ya li Şamê tevî guhertin û geşedanên ji bo ‘Sûrîyeke nû’, naxwaze ku gelê kurd û pêkhateyên xwedî mafên xwe yên rewa bin. Ji ber vê, em dema êrîşên li ser kurdên Helebê jî balkêş dibînin. Lewra êrîşên li Helebê, piştî hevdîtinên rû bi rû li Şamê yên Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) û hikumeta demkî ya Sûrîyeyê hatin destpêkirin. Em dizanin ku armanc tenê ne taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ye; armanc tunekirina destkeftiyên gelê kurd e, rûxandina pergala demokratîk a Rojavayê ye.
- Li dijî DAÎŞ'ê şerekî mezin hat meşandin û bi deh hezaran keç û xortan canê xwe dan. Lê mixabin tevî bendewariya demokrasi û azadiyê, îro rejima nû ya Sûrîyeyê jî pratîkên rejima Baasê dubare dike. Heta mejiyê ku nasname û baweriyan wekî xetere dibîne neguhere û mafên tevahiya pêkhateyan neyên naskirin, Sûrîyeke ewle jî ava nabe.
- Rojava bi têkoşîn û berxwedana xwe ya li dijî çeteyên hov mohra xwe li dîroka mirohiyê xist. Ji Amedê heta Hewlêrê, ji Mehabadê heta kurdên li dîasporayê, Rojava ji bo her kurdekê êdî xeta sor e. Dive hemû hêzên herêmê û navneteweyî bizanibin ku dema mijar bibe Rojava sekna gelê kurd yek e. Gelê kurd di Nîsana 2025'an de bi konferansa yekrêzî û yekhelwesta kurd jî nîşan da ku destkeftiyên li Rojava jêneger in.
- Banga me li dewletên herêmê ye ku rêz li hesasiyetên gelê kurd bigirin û dev ji dijayetiye gele kurd berdin. Dîsa banga me li li hêzên garantor e ku tenê li êrîşên dijî kurdan temaşe nekin, berpirsiyariyên xwe bi awayekî adilane bînin cih. Divê hevdîtinên di navbera QSD'ê û Şamê de jî bi armanca entegrasyoneke demokratîk bidomin û hemû aktor roleke avaker û hêsanker bilîzin.”
-  Em bang û gazî li gelê xwe yê rûmetdar jî dikin ku li her qadê li destkeftiyên xwe xwedî derkevin. Lewra tiştê ku dê deriyê serkeftinê veke, bêguman yekîtiya neteweyî ya kurd e. Ji ber vê, banga mîlyonan kurd ew e ku êrîşên li ser taxên kurdên demildest werin rawestandin, rêz li mafên gelê kurd were girtin. Rojava ne tenê ye, gelê kurd dê hertim li rûmeta xwe xwedî derkeve. Bijî berxwedana Rojava!

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Xebatên dermankirina birînên Kobanî dest pê kirin

ad

Piştî 44 salan Iraq mazûvaniya Kûpaya Kendavê dike

ad

Cîgirê Serokê DYA'yê ligel HDP'ê hevdîtin kir

ad

Kişanake îdiayî zûr vetî

ad

Seta ‘Stranên Arşîva Radyoya Êrîvanê’ çap bû

ad

Komeleya Sînemayê kuştina hunermend Mehdî Tewakolî şermezar kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname