Amed
Di danişîna doza KCK'ê ya li Amedê de îdîaname hat xwendin û wisa hate gotin: 'Hatîp Dîcle di sala 1993'yan de ji bo perwerdeya rêxistinî werbigire çûye Qendîlê.' Dîcle di dadgehê de parastina xwe bi kurdî kir û got; “Ez di sala 1993'yan de parlementer bûm. Rehmetî Turgut Ozal ji bo pêkhatina agirbestê em şandin Lubnanê cem birêz Ocalan. Rojek piştî em çûn Lubnanê Ozal hat kuştin."
Di 59’emîn rûniştina doza KCK’ê ya li Amedê pêk hat de beşa îdîanameyê ya der barê Parlementerê berê yê DEP’ê û Hevserokê berê yê KCD’ê Hatîp Dîcle de hate xwendin. Di nava çalakiyên ku Dîcle beşdar bûn de û wekî “ne qanûnî” hatin binavkirin de merasima ji bo cenazeyê nivîskarê kurd Mehmed Uzun, Meşa Çareseriya Dmeokratîk, çalakiya salvegera komkujiya Koşûyolûyê, Newroz, merasima pêşwazîkirina koma aştiyê ya di 2009'an de pêk hat û Festîvala Çand û Hunerê ya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hate lidarxistin.
OZAL EM ŞANDIN LIBNANÊ
Her wiha, di rûniştina dozê de delîlên hawira dijîtal jî hatine xwendin. Di îdîanameyê de tê diyarkirin ku DÎHA’yê 14 saet berî girtina Dîcle re “pirsên pesnê Ocalan didin hatine şandin û Dîcle jî bi heman awayî bersivandiye. Ev nûçeya ji ANF’ê hate weşandin, wekî delîlê sûc hate destnîşankirin. Her wiha hat îdîakirin ku di 16’ê avrêla 1993'yan de Dîcle ji bo perwerdeya rêxistinî çûye Qendîlê
Dîcle di dadgehê de parastina xwe bi kurdî kir û got; “Ez di sala 1993'yan de parlementer bûm. Rehmetî Turgut Ozal ji bo pêkhatina agirbestê em şandin Lubnanê cem Birêz Ocalan. Rojek piştî em çûn Lubnanê Ozal hate kuştin." Parêzerê Dîcle, Fethî Gumuşt da zanîn ku Dîcle ne girtiyek ji rêzê ye.
Rûniştina doza piştî vê taloqê 8’ê cotmehê hate kirin.
Piştî îdîayên Ozal hatiye kuştin dozgerî çend roj berê gora Ozal vekiribû û ji cenazeya wî ji bo lêkolînê nimûne girtin. Îdîaya Dîcle jî niha rastî heman serdemê hat.


