Qamişlo
Îro li Qamişloyê li ser gora Mihemed Şêxo ew hat bibîranîn. Paşê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo bi çalakiyek din ew hat bibîranîn.
HEYET ÇÛ SER GORA MIHEMED ŞÊXO
Heyeten partiyên siyasî, saziyên çandî û Desteya Hevbeş a Nivîskar û Rewşenbîrên Kurd a Rojavayê Kurdistanê, serdana gora Mihemed Şêxo ya li li goristnan taxa Hilêliyê ya Qamişloyê kir. Heyetê Mihemed Şêxo bibîr anî.
Birayê Mihemed Şêxo, Beha Şêxo li vir axivî û got ku Mihemed Şêxo di stranên xwe de doza gelê xwe aniye ziman ku ev yek bû sedema gelek zehmetiyan. Beha Şêxo got ku ji ber vê yekê çend caran ji hêla rejîma Baasê ve hatiye girtin.
Şêxo diyar kir ku rejîma Baasê bi hemû hêza xwe hewl da ku wî bê deng bike, lê nekarî dengê wî bitepisîne yan jî belavbûna stranên wî sînordar bike û dengê Mihemed Şêxo sînor derbas kirin û gihîşt her çar parçeyên Kurdistanê.
ÇALAKIYA LI NAVENDA MIHEMED ŞÊXO
Piştî vê yekê ber êvarkî li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê merasim li dar ket. Di merasîmê de hunermend, nivîskar, rewşenbîr, malbata Mihemed Şêxo û hezkiriyên wî ku piranî ciwan bûn, amade bûn.
Birahê Mihemed Şêxo hunermend Beha Şêxo got: “Mihemed Şêxo digot 'eger piştî koça min û ez bawer im ji vê gotina xwe, sed sal jî derbas bibin, dê milet li min guhdarî bike û stranên min şîrove bike'.”
Beha Şêxo destnîşan kir ku Mihemed Şêxo stranên şoreşgerî, evîndarî û civakî gotine û 3 nifş bi stranên wî mezin bûne.
Piştre ji hêla Koma Ciwanan a Mihemed Şêxo û Koma Botan ve stranên Mihemed Şêxo hatin strîn.
Her wiha hunermend Sefqan Orkêş û Amir Remo jî di merasîmê de stran gotin.
**
Nûçeya Eleqedar:


